ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2021'Ê

  • 09:00 5 Tebax 2021
  • Rojev
* Gulîstan a ku barê jiyanê di temenekî biçûk de girtiye ser milên xwe û gundê wê ji aliyê dewletê ve hatiye valakirin û şewitandin dibêje “Dengbêjî çandeke. Divê em li çanda xwe xwedî derên. Ez bi kilamên dibêjim hem dilê xwe rehet dikim û hem jî çanda xwe diparêzim.” BI DÎMEN 
 
*Jinên siyasetmendar ên Mêrdînê li dijî êrişên nîjadperest bertekên xwe nîşan dan û wiha gotin:"Divê hemû çalakiyên li dijî qetlîaman pêk tên bi hêztir bibin. Ji ber bi zimanê nefretê kurdan dikin hedefa nîjadperestan." DÎMEN HEYE
 
*Dilşat Canbaz a HDP'yî êrişên nîjadperest, komkujiyên li dijî kurdan, hevdîtina Esenyurtê ya bi gel re, peyama bi hezaran kesî dan û rewşa heyî nirxand. Dilşatê da zanîn tevî gotinên nefretê, zimanê îktidarê û polîtîkayên tunekirina gelê kurd ew ê têkoşîna xwe bidin û peyama "Em hîn bi hêz in û em ê bi hêztir bibin" da. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, bal kişand ser êrişên nîjadî ya li hemberî kurdan û got: "Li dijî êrişan divê kurd teqes yekitiya xwe ava bike." BI DÎMEN