Li Mêrdînê qezaya trafîkê: 2 kesî jiyana xwe ji dest da
- 14:49 4 Tebax 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Li Mîdyadê qezaya trafîkê pêk hat û du kesî jiyana xwe ji dest da.
Li nêzîkî gundê Şenkoy ê navçeya Mîdyada Mêrdînê li ser rêya Mêrdîn û Mîdyadê qezaya trafîkê pêk hat. Ajokarê mînîbûsê A.K. bi piştê ve li motosîkleta Huseyîn Ozer qelibî. Di qezayê de Huseyîn Ozer (19) û Farûk Denlî (16) ên li ser motosîkletê giran birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyadê, lê ligel hemû mudaxaleyan jî birîndar nehatin rizgarkirin û jiyana xwe ji dest dan.
Piştî qezayê ajokarê mînîbûsê A.K. hat binçavkirin.