Agir bi Çiyayê Cûdiyê ket

  • 14:48 4 Tebax 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Gundikê Remo yê li quntarê Çiyayê Cudiyê agir bi daristanê ket. 
 
Li Gundikê Remo yê girêdayî navenda Şirnexê ku li quntara çiyayê Cûdî ye di saetên nîvro de agir bi daristanê ket. Li gor agahiyên ji çavkaniyên heremê hat girtin agir bi destên leşkeran bi daristanê hatiye xistin. Ji bo vemirandina agir mudaxale nayê kirin û agir her diçe belav dibe.
 
Li Bestayê jî birîna daran
 
Her wiha li herema Bestayê ya ku di navbera bajarên Şirnex û Sêrtê de cih digire, darên daristanê bi destên cerdewanan tên birîn.