Emîne Şenyaşar tevlî nobetê nebû

  • 13:36 4 Tebax 2021
  • Rojane
RIHA - Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê Emîne Şenyaşar a îro tevlî nobeta “Edaletê” nebû. Ferît Şenyaşar îro nobet girt û ev peyam parve kir: "Pirsa me gelek hesan e. Çima ji bo malbata me edalet nîne? Qanûn li gor kesan tê pêkanîn?"
 
Nobeta “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar di roja 149'emîn de didome. Emîne Şenyaşar a 65 salî ji ber rewşa wê ya tenduristiyê nebaşbû nikaribû tevlî çalakiya nobetê ya îro bibe û nobetê li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne. Ferît Şenyaşar jî ligel hewayê germ a bajêr jî di saetên serê sibê de hat pêşiya avahiya edliyeyê û bi tena serê xwe nobet da destpêkirin. Ferît ê bi dowiza “Ji bo herkesê edalet” ku daniye erdê nobetê digire, ji kesên ku tên edliyeyê re bê edaletiya bi serê wan de hatiye ragihand. 
 
Ferît, destnîşan kir ku nobeta wan a edaletê ya li pêş Edliyeya Rihayê bênavber didome û wiha got: “Îro em di roja 149’emîn de ne, tena serê xwe têkoşîna edaletê didomînim. Dayika min 65 salî ye. Li Rihayê germeke zêde heye û ji ber vê germê dayika min pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Lêvên dayika min terikî ne û zimanê wê kul bûye. Di rewşeke wisa daye ku êdî nikare vê zilmê rake.” 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê Wezareta Dadê, rojnamevan Bariş Yarkadaş û Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê etîket kir û ev peyam parve kir: “Pirsa me gelek hesan e. Çima ji bo malbata me edalet nîne? Qanûn li gor kesan tê pêkanîn? Hovên ku bavê min li nexweşxaneyê bi lînckirinê qetilkirin di nava civakê de ne. Têkoşîna me ya edaletê li pêş qesrê di roja 149’emîn de di bin zilmê de didome.”