'Parastina bersûcan bû sedema komkujiyê'

  • 09:02 4 Tebax 2021
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Parêzer, pispora civaka sîvîl, jinên rêveber ên bertek nîşanî qetilkirina 7 kesên ji malbata kurd a li Konyayê dan anîn ziman êrişkarên dewsa bihatana cezakirin bi parastinê hatin xelatkirin malbata Dedeogullari qetil kirin. 
 
Li Navçeya Meramê ya Konyayê 4 jê jin 7 kes ji malbata kurd a ji Qersê hatin qetilkirin. Ev malbata berê jî bi êrişa nîjadperest rû bi rû mabû. Bersûcên vê komkujiyê hîn nehatine darizandin û li dijî vê komkujiyê jî bertek mezin dibin. Parêzer, pispora civaka sîvîl, jinên rêveber ên bertek nîşanî vê komkujiyê dan bi lêv kirin pêvajoyeke bersûc ji polîtîkayên bêcezahiştinê hêzê digirin heye. 
 
'Îktidarê faşîzm kiriye sîstemeke nû'
 
Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anatolyayê  (ANYAKAY-DER) Sultan Karasu da zanîn îktidar bi salan e polîtîkaya şewitandin û îmhayê dimeşîne, ev yek li Madimakê jî kirin û 38 kes bi awayekî zindî şewitandin û wiha domand:"Êriş û komkujiyên li dijî kurdan ji aliyê îktidarê ve bi awayekî sîstematîk didome. Her tim dixwazin mirovan qetil bikin û tune bikin. Bi qetilkirina Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û qetilkirina 7 kesên li Konyayê faşîzm kirin wekî sîstemekê. Ne tenê mirov xwezayê jî talan dikin û dişewitînin. Ev yek bûye polîtîkaya îktidarê. Bersûc hêzê ji dewletê digirin. Mûsa Orhan ê tecawizî Îpek Er kir jî hêz ji dewletê girt. Ew daristanan dişewitînin û dibêjin PKK'ê wiha kir. Bi vî rengî dixwazin gel sor bikin û êrişî kurdan bikin. Heta em tedbîra xwe negirin û nebin yek ew ê bûyerên bi vî rengî bên dubarekirin. Ji bo em dawî li vê îktidara faşîst bînin divê em li mal, kuçe, li her derê bi hev re têbikoşin."
 
'Ez dewleteke wiha û Erdogan naxwazim'
 
Rêvebera berê ya HDP'ê ya Sultangaziyê Nafiye Kaya diyar kir ev êrişana ne nû ne û wiha got:"Me qetil dikin. Tehemula wan ji hestiyên me jî tune ye. Em di ferqiya vê yekê de ne. MHP lîstikên qirêj li ser kurdan dilîze. Ji bo kurdan bişewitînin û bikujin dikin hedef. Deniz Poyraz hat qetilkirin. Em kujerên 7 kes qetil kirin jî dizanin û em dizanin dijmin in. Êrişên nîjadperest û komkujiyan MHP dike û AKP jî li dû disekine. Her roj me qetil dikin û dawiyê bi derewan dibêjin PKK û HDP'ê kir. Dijmin MHP û AKP ye. Ji ber ez di nava xebatan de bûm AKP'yiyan li mala min êrişî min û zarokên min kirin. 50 sal in ez di nava têkoşînê de me û ez ê bidomînim. Pîsîtiya dikin dixwazin bikin stûyê PKK û HDP'ê. AKP û MHP dibêjin em ê zaten biçin bisekine em têra xwe kurdan qetil bikin. 7 kes li mala xwe tê qetilkirin. Ma dewlet nikare wî kesê kujer bibîne? Dibêjin hûn azad in lê belê ev azadiyeke çawa ye? Ez dewleteke wiha û Erdogan naxwazim. Tevî van êrişana ew ê gelê kurd dev ji piştevanî û têkoşînê bernede. Jin jiyan azadî!"
 
'Di warê sûcên nefretê de valahiyeke mezin a zagonî heye'
 
Parêzera Komeleya Şopandina ji bo Mafên Wekhev (ESHÎD) Esma Yaşar diyar kir bi êriş û komkujiyên dawiyê re bersûc tên parastin, medya kesan hedef nîşan dide, gotinên nefretê yên peywirdarên dewletê bingehê ji komkujiyan re ava dike û wiha got:"Mixabin di nava sîstema hiqûqê ya dewleta tirk de di warê sûcên nefretê de valahiyeke mezin a zagonî heye. Divê sûcê nefretê baş bê lêpirsînkirin." 
 
'Em ê şopdarên bûyerê bin'
 
Parêzer û endama Lijneya Rêveberiya Weqfa Lêkolînên Hiqûqî û Civakî (TOHAV) Esra Erin da zanîn nêzî meheke berê êriş li malbata Dedeogullari hatiye kirin lê kesên êriş kirin hatin berdan û derbarê wan de biryara parastinê hat dayin û wiha got:"Kesên dewsa bên cezakirin bi parastinê hatin xelatkirin û dawiyê malbata Dedeogullari qetil kirin. Bi rêya medyayê îktidar bi gotinên xwe nefreta xwe bi awayekî sîstematîk eşkere dike. Ji bo bersûc cezayê xwe bigire em ê şopdarên bûyerê bin."
 
'Parastina bersûcan bû sedema komkujiyê'
 
Ji Koma Lêkolîna Çandên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê û Pispora Civaka Sîvîl Ferda Onen da zanîn tevî giliyên malbatê yên li dijî êrişeke faşît û nîjadperest bersûc hatin parastin û wiha got:"Parastina bersûcan bû sedema komkujiyê. Berpirsên vê komkujiyê kesên ji êrişa ewil bêdeng mane û kesên bi gotinên nefretê kurdan bi awayekî sîstematîk dikin hedef in."