‘Polîtîkayên şaş rê li ber qetlîaman vedike’

  • 18:02 3 Tebax 2021
  • Rojane
MÊRDÎN –Bi wesîleya şermezarkirina qetilkirina xwendevana zanîngehê Azra Gulum TMMOB ‘ê li ber deriyê avahiya xwe daxuyanî da. Mizgîn Dînç a li ser navê TMMOB’ê daxuyanî xwend diyar kir ku ev qetlîam di encama polîtîkayên şaş ên îqtidarê de derdikeve holê. 
 
Pêkhateya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirkiyeyê (TMMOB) têkildarê xwendevana zanîngehê Azra Gulum a piştî 5 rojan wenda ma û hat zanîn ku ji aliyê rêvebirê TMMOB'ê Mustafa Murat Ayhan ve hatiye tecawizkirin û qetilkirin  li ber deriyê avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê dan. Pankarta ku li ser "Qetilkirina Jinan Polîtîk e" hat rakirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Platfotma Jinan a Şahmaranê beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê TMMOB'ê Mizgîn Dînç daxuyanî xwend. 
 
‘Di mehekê de 20 jin hatin qetilkirin’
 
Mizgînê di destpêka axaftina xwe de got li vî welatî jin tê qetilkirin, rastî tecavuzê tên, rastî tundiyê tên û tên îşkencekirin. Mizgîn wiha berdewam kir: "Her roj em bi nûçeyek ya qetilkirina jinan re dest bi rojê dikin. Li gorî rapora Em ê Cînayeta Jinan Rawestînin (KCDP) ê tenê di meha derbasbûye de 20 jin hatin qetilkirin û 12 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ango heye niha jî li Tirkiyeyê jimara jinên hatine qetilkirin gihêşt 207 kesan. Herî dawî jî xwedevana zanîngehê Azra Gulum piştî ku 5 rojan wenda bû şûnde cenazeyê wê li daristanê  hat dîtin. Em fêrbûn  ku Mustafa Murat Ayhan ê ku Azra qetil kiriye rêvebirê TMMOB’ê ya şaxa Antalyayê ye. Êdî pîşeya wî an jî cihê wî di civakê de çibe gelek jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin.”
 
‘Emê rêxistina xwe mezin bikin’
 
Mizgînê wiha dewam kir:" Hişmendiya mêrê serdest tehemul nake ku jin weke hebûnekê were erêkirin.Ji ber ku ew jinê weke metayekê dibînin. Li ser lingan rawestîna jinan û jiyankirina wan ya azad weke sûc tê erêkirin. Ne tenê polîtîkayên bêcezahiştinê sîstemê me mehkûmê qetilkirinê kiriye. Îro her roj jin ji ber polîtîkayên şaş ên ku cesaretê didin kujeran re tê qetilkirin. Em ji ber wê yekê dibêjin qetilkirina jinan li vî welatî polîtîk e. Ev di encama polîtîkayên cudakar û newekhev ya sîstemê de pêk tê. Em ê rêxistina xwe xurt bikin û ji bo yek din ji me kêm nebe em ê têbikoşin.”