Jinên Elewî: Divê komkujiya li dijî êzidîyan bê qebûlkirin

  • 12:29 3 Tebax 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinê ya Komeleyên Elewî ya Demokratîk a têkildarî komkujiya di 3'yê Tebaxa 2014'an de ya li dijî êzidîyan pêk hat daxuyanî da diyar kir divê komkujiya li dijî êzidîyan bê qebûlkirin û ragihand ku divê 3'yê Tebaxê wekî 'Roja Çalakiya Navneteweyî ya li dijî Komkujî û Qirkirina Jinê' bê îlankirin. 
 
Meclîsa Jinê ya Komeleyên Elewî ya Demokratîk têkildarî salvegera komkujiya di 3'yê Tebaxa 2014'an de ya li dijî êzidîyan pêk hat daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bang hat kirin û hat gotin divê 3'yê Tebaxê wekî 'Roja Çalakiya Navneteweyî ya li dijî Komkujî û Qirkirina Jinê' bê îlankirin. 
 
'7 sal derbas bûn lê hîn birîn nehatine pêçandin'
 
Di daxuyaniya ku komkujî wekî komkujiya herî hovane ya sedsala 21'emîn hat pênasekirin de wiha hat gotin:"Ji jinên êzidî yên berî rojê şiyar dibin û rojê dizên re... Di vê komkujiya wekî fermana 73'yemîn tê binavkirin de bi piştgiriya hêzên emperyalîst jî bi hezaran êzidî hatin qetilkirin. 7 sal derbas bûn lê hîn birîn nehatine pêçandin. ÎŞÎD a hov di heman demê de qirkirineke jinê kir. Tecawizî jinan hat kirin, jin li bazarên koleyan hatin firotin, îşkence dîtin. Hîn aqubeta hinek jin û zarokan nayê zanîn." 
 
'Divê komkujiya li dijî êzidîyan bê qebûlkirin'
 
Di daxuyaniyê de hat gotin jinên êzidî berxwedaneke mezin dane û wiha dewam kir:"Jinan qadên xweparastinê hilbijartin. Gelek welat li dijî vê komkujiyê bêdeng man û ev wekî komkujî nedîtin. Em vê komkjiya li ser kurdên êzidî ya ji ser 7 sal derbas bûye dîsa lanet dikin û em canên hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Divê komkujiya li dijî êzidîyan bê qebûlkirin û divê 3'yê Tebaxê wekî 'Roja Çalakiya Navneteweyî ya li dijî Komkujî û Qirkirina Jinê' bê îlankirin.