Leşkerekî dest dirêjî zarokekê kir

  • 10:53 3 Tebax 2021
  • Rojane
DÊRSIM - Li Dêrsimê leşkerekî dest dirêjî zarokekê kir.
 
Li Kuçeya Mogultayê ya Dêrsimê do di saetên şev de kesekî hat gotin leşker e dest dirêjî zarokekê kir. Welatiyên li cihê bûyer lê qewimî mudaxaleyî leşker kirin. Hat hînbûn kesê destdirêjî kiriye piştre ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. 
 
Hat hînbûn têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.