'Hîn jî rewşa bi hezaran êzidiyan ne diyar e'

  • 10:46 3 Tebax 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên saziyên mafên mîrovan ên navnetewî û yên Iraqê, li Şengalê hîn jî rewşa bi hezaran êzidiyên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin nediyar e û her wiha bi dehan gorên komî hîn nehatine vekirin.
 
Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an êrîşî Şengalê kirin û komkujî pêk anîn. Di van êrîşên hovane ku wekî fermana 73’yan tê binavkirin de, malên welatiyan, gund û bajarok hatin hilweşandin, bi hezaran kes hatin qetilkirin û bi komî hatin binaxkirin. Jin, zarok, mêr, pîremêr, pîrejinên li dibistanan û cihên din hatin komkirin, destpêkê ji hev veqetandin. Jin, zarok û xort revandin, yên temem mezin jî qetil kirin û xistin gorên komî.
 
Li gorî daneyên saziyên mafên mîrovan ên navnetewî û yên Iraqê, çeteyan di nava meha tebaxê de li 80 deverên Şengal û derdora wê 2 hezar û 293 kes qetil kirin, bi komî binax kirin. 
 
Li gorî lêkolînên heman saziyan, çeteyan di êrîşan de bi hezaran, jin, zarok û mêr revandin, cihên pîroz hilweşandin. Di lêkolînan de amarên têkildar wiha hatine dayîn:
 
* Hejmara kesên koçber bûne: 360 hezar
 
* Zarokên bê bav mane: Hezar û 759
 
* Zarokên bê dayik mane: 407
 
* Zarokên bê dayîk û bav mane: 2 hezar û 745
 
* Zarokên hatine qetilkirin: 2 hezar û 745
 
* Jinên ku hatine revandin: 3 hezar û 504
 
* Zilamên hatine revandin: 2 hezar û 869
 
* Kesên bêser û şûn mane: 220
 
* Kesên derketine derveyî welat: 100 hezar 
 
* Cihên pîroz ên hatine hilweşandin: 68
 
18 gorên komî hatin vekirin
 
Di ser fermanê re 7 sal derbas bûn, lê hîn jî rewşa gelek kesên hatine revandin nediyar e, bi dehan gorên komî nehatine vekirin û bi deh hezaran koçberan nekarîne vegerin ser warê xwe.
 
Ji bo ku komkujiyên çeteyan pêk anîne wekî jenosîd were qebûlkirin, rêveberî, sazî û dezgehên Şengalê di nava hewldanan de ne, lê heta niha hin welatên xekî Belçîka û Holanda wekî jenosîd qebûl kiriye. Hewldanên di vê mijarê de hîn berdewam dikin.
 
Ji bo vekirina gorên komî û diyarkirina nasnameyên kesên hatine qetilkirin, çend hewldan çêbûne, lê hîn bi dehan gor nehatine vekirin. Cihên goran hatine tespîtkirin, lê ji ber şewatên di demsala havînê de derdikevin û lehiyan, hin gorên li gundê Solax jihev çûne. Desteya Rêveber a Şengalê demek beriya niha li ser mijarê daxuyanî dabû û bal kişandibû ser girîngiya xebata gorên komî. Piştî ku zetên civakê zêde bûn, saziyên Iraq û navnetewî dest bi vekirina gorên komî kirin.
 
Yekemîn gora komî 15’yê adara 2019’an li gundê Koço hat vekirin. Li gorî Tîma niştimanî ya vekirina gorên komî ya Iraqê, di xebatên li Koço de bi giştî 17 gor hatin vekirin û cenazeyên 364 êzidiyên hatine qetilkirin hatin dîtin. Ji vana nasnameyên 104 kesan hatin eşkerekirin û di 6’ê sibata 2021’an de li gundê Koço bi merasîmekê hatin veşartin.
 
Di 25’ê Cotmeha 2020’an de jî li gundê Solax goreka komî ku jinên hatine qetilkirin tê de bûn, bi amadebûna nûnerên hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) hat vekirin. Di gorê de 80 cenazeyên jinan hatin dîtin. Li gorî daneyan, hîn jî 62 gorên komî nehatine vekirin.
 
Rewşa yên hatine revandin
 
Ji bo rizgarkirina jin, zarok û mêrên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn revandin, hêzên YBŞ/YJŞ, QSD, TAJÊ û Mala Êzidiyan a Rojava xebat û hemleyên taybet meşandin. Di van xebatan de bi hezaran kes hatin rizgarkirin û radestî malbatên wan hatin kirin. Lê hîn jî rewşa gelek kesan nediyar e.
 
Li gorî raporên saziyên mafên mirovan ên navnetewî, rewşa hezar û 304 jinan û hezar û 576 mêran ku bi giştî dibin 2 hezar û 880 kes, hîn nediyar e. (ROJnews)