'Li cihekî ku li her derê kamera hene gumanbar nehat girtin'

  • 10:33 3 Tebax 2021
  • Rojane
KONYA - Hevseroka OHD'ê ya Stenbolê Eylem Arzu Karaoglu, ya derbarê 7 kesên ku di encama êrîşa nijadperest a li Meramê de hatin qetilkirin nirxandin kir, diyar kir ku li cikekî kamera her derê dikarin bişopînin gumanbar bi rojan e nehatiye girtin.
 
Li Hasankoyê ya Merama Konyayê bi êrişa nîjadperest ji malbata Dedeogullari 4 jê jin 7 kest hatin qetilkirin. Di 21'ê Tîrmehê de dîsa bi êrişa nîjadperest Hakim Dal hatibû qetilkirin. Xizmên malbata Dedeogullari li Kuçeya Saraçogluyê ya Karatayê konê şînê vegirtin. Gelek siyasetmedar, rêxstinên civaka sîvîl û gelek kesên din çûn serdana sersaxiyê. Êrişên nîjadperest li gelek cihî hat şermezarkirin. Ji aliyekî jî polîtîkayên bêcezahiştinê êrişan mezintir dikin. 
 
Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Eylem Arzu Karaoglu ya bi heyeta ji şaxên OHD'ê yên Stenbol, Bûrsa, Enqere, Rihayê pêk dihat lêkolîn li ser bûyera êrîşa nîjadperest kir û ew ê li ser komkujiyê raporê eşkere bike têkildarî komkujiyê nirxandin kir. 
 
'Tevî kamera jî hene hîn nehatiye zevkirin'
 
Eylemê da zanîn dema hatiye xwestin li cihê bûyerê parêzer lêkolînê bikin polîsan bi hinceta dewamkirina lêkolîna li ser bûyerê ew asteng kirine û wiha domand:"Em jî wekî Şaxên OHD'ê yên Bûrsa, Stenbol, Enqere, Rihayê çûn şînê. Me sersaxî ji malbatê û ji gelê kurd xwest. Hîn bersûc nehatiye girtin. Em hemû dizanin ku haya dewletê ji gêrikekê jî heye. Li cihekî wek Konyayê ku her der bi kamerayê tê şopandin hîn bersûc nehatibe dîtin ev mirov dike ber fikaran. Her wiha bi şopandina sînyalê jî dikare bi rehetî bersûc bê girtin lê belê heta niha nehatiye girtin."
 
'Malbata hebûna wan nehat qebûlkirin hat qetilkirin'
 
Eylemê bi lêv kir ku nûnerên îktidarê bi daxuyaniyên xwe diyar dikin ev êriş ne êrişeke nîjadperest e lê belê wan li malbatê guhdar kirine malbatê berovajî gotinên nûnerên îktidarê kirine. Eylemê da zanîn dema di 12'ê Gulanê de êriş li ser malbatê hatiye kirin wê demê li gor beyanên malbat û parêzeran ev êrişeke nîjadperest e û wiha pê de çû:"Êrişa li ser malbatê ne pêkan e wekî pevçûneke di navbera du cîranan de bê nirxandin. Li vir qetilkirina malbateke hebûna wan nedihat qebûlkirin û ji ber kurd bû hat qetilkirin mijara gotinê ye. Bifikirin ji malbatekê 7 kesan didin ber guleyan."
 
'Li cihê 7 mirov hatin qetilkirin behsa agirê bi daristanê ket, kir'
 
Eylemê serdana Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu ya şîna malbata hat qetilkirin bi bîr xist û wiha got:"Di serdanê de Wezîrê Karê Hundur li cihê 7 kes hatine qetilkirin behsa agirê bi daristanên Akdenizê ketiye dike. Elbet, agir mirov aciz dike lê belê li cihekî 7 mirov lê hatibe qetilkirin tu rabe behsa agirê bi daristanan ketibe bike ev yek nayê qebûlkirin."
 
'Malbata xwest bikeve hundur lêdan xwar'
 
Eylemê da zanîn li gor agahiyên ji xizmên malbata hatiye qetilkirin girtine dema xizmên malbatê xwestine biçin cihê bûyerê ji aliyê polîsan ve lêdan xwarine û wiha got:"Dibe wê demê kesên birîndar bûbûn hîn dijiyan jî. Dema xizmên malbatê dixwazin derbasî hundir bibin lêdanê dixwin milê xizmên malbatê dişkînin. Di axaftina telsîzê ya polîsan de ev gotin derbas dibe 'Bila kamera neyên, em hedê vana nîşan bidên'. Em ê wekî OHD'ê şopdarê vê bûyerê bin."