'Xweseriya Şengalê wê bibe bersiva fermanan'

  • 09:05 3 Tebax 2021
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA / QAMIŞLO - Endamên Mala Êzidiyan a Rojavayê Kurdistanê bal kişandin li ser salvegera 7'emîn a fermana 74'an ku li ser Şengalê pêk hatiye û wiha gotin: "Xweseriya Şengalê wê bibe bersiv ji fermanan re."
 
Di 3'yê Tebaxa 2014'an de êrîşek hovane li hemberî Şengalê pêk hat. Ji aliyê DAIŞ'ê ve, ev êrîş wek fermana qirkirinê hat bi navkirin. Ev ferman 7 sal li pey xwe hişt. Di vê fermanê de jin, zarok û dayikên bi temen mezin bûn qurbanî û rastî kiryarên ne mirovî hatin, heya vê kêliyê bi hezaran jin û zarokên êzîdî çarenûsa wan ne diyare. Di van 7 salên borî de her civaka êzidî hewil da li dijî van fermanan bisekinin û xweseriya xwe raghînin da ku bibin bersiv ji êrîş û kiryarên dagirkeriyê re. Bi hatina salvegera 7'emîn a fermana 74'an Endamên Yekîtiya Êzidiyên Rojavayê Kurdistanê nêrînên xwe parvekirin.
 
'Bi rêya fermanê xwestin êzidiyan qir bikin'
 
Endama Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Orîvan Menan, di destpêka gotina xwe de salvegera 7'emîn a fermana li ser Şengalê pêk hatiye bi bîr anî û wiha got: "Em salvegera 7'emîn a komkujiya Şengalê û tevahî pakrewanên azadiyê ku ji bo civaka êzidî canê xwe feda kirine, bi bîr tînin. Armanca DAIŞ'ê ji hedefgirtina civaka êzidî bi rêya êrîşên xwe yên hovane ew bû ku koka êzidiyan bide ber qirkirinê. Di van êrîşan de yekser jin û zarok hatin armanc girtin, zarokên ku bê guneh û sûc. Kesên ku qebûl nedikirin dev ji ola xwe berdin ji aliyê DAIŞ'ê ve serî wan dihatin jêkirin. Civaka êzidî bi fermanan tê pênasekirin ji ber her di ferman û qirkirinê re derbas bûne. Dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê bi êrîşên xwe li ser Efrînê xwestin careke din fermanan li ser Gelê Kurd bidin meşandin. Li Efrînê ola Îslamî li ser gelê Êzidî tê ferzkirin û di qirkirinê re careke din derbas dibin."
 
'Xwestin carek din ferman pêk bînin'
 
Di nav axaftinê xwe de Orîvan dest nîşanî hevpeymana ku bê îradeya Şengaliyan di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê ve hatiye îmzekirin kir û got: "Di 9'ê Cotmeha 2020'an de di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê de hevpeyman hat kirin, ev hevpeyman jî bê îrade û hebûna êzîdiyan hate îmzekirin. Ev jî fermanek nû li ser Êzîdiyên Şengalê hate meşandin. Xwestin bi rêya vê hevpeymanê xweseriya Şengalê ku bûye 7 sal li ser lingê xwe sekiniye li gor berjewendiyên xwe bidin meşandin, lê Şengaliyan ev hevppeyman tu carî nepejirandin. Şengaliyan dev ji hêzên xwe yên leşkerî bernedan. Bi rêya hêzên xwe yên herêmî wek Asayîşa Êzidxanê û YPŞ'ê heya vê kêliyê hewil didin xwe ji DAIŞ'ê rizgar bikin. Bi saya hêza şervanên azadiyê Şengal ji DAIŞ'ê hate rizgarkirin."
 
'Konfransa me wê bibe bersiva fermanan'
 
Orîvan di dawiyê de balkişand ser piştgiriya wan ji gelê Şengalê re û wiha dawî li gotinê xwe anî: "Ligel dûrketina me ji Şengalê û gelê wê ve jî lê dîsa em canê xwe fedayî Şengalê dikin. Êzidiyên li welat û derveyî welat her tim piştgiriya berxwedana Şengalê dikin û yekbûna xwe didin avakirin. Em ê her di nav çalakiyan de bin heya ku statûya xweseriya Şengalê di nav cîhanê de tê qebûlkirin. Em wek êzidiyê Efrînê ji bo ku bibin bersiv ji êrîş û fermanan re wê di 3'ye Tebaxê de konfransa xwe li Kantona Şehbayê li dar bixin. Armanca me ji vê konfransê ew e ku xurtkirina rêxistina me bersiva herî mezin ji dagirkeriya dewleta tirk û hevkarên wê re ye. Em ê li pey kesên ku çarenûsa wan ne diyar bikevin û mafê hemû kurdan bi taybet êzidiyan bi dest bixin."
 
'Bi fermanê re xwestin me qir bikin'
 
Endama Mala Êzidiyan a navçeya Tirbespiyê Hediye Hecî Hesen armanca fermanê wiha nirxand: "Weke her pêkhateyekî mafê êzidiyan jî heye ku bijîn. Lê êzidî bi fermanan re her daîm hatine firotin. Armanca fermana 74'an ew bû ku ol, orf û adetê me biguhêrînin. Lê çi dibe bila bibe em dev ji çanda xwe bernadin. Zarokek biçûk ên êzidiyan jî dizane ku bi fermana 74'an xwestin êzidiyan qir bikin. Dijmin xwest êzidiyan bi jinên wan tune bikin û zilamên wan jî hemû bikujin. Em ê tola xwe rojekê ji neyaran hilînin. Her wiha divê her dayikek êzidî zarokên xwe hînî çanda êzidiyan bike da ku zarokên me tola fermanê hilînin. Em dikarin rastiya xwe bi yekîtiya xwe biparêzin. Heta yek kes ji êzidiyan bimîne em ê rastiya xwe biparêzin."
 
'Divê jin li beramber hemû êrîşan li ber xwe bide"
 
Hediye di dewama gotina xwe de da zanîn ku jin dikare pêşiya fermanan bigire û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di 3'yê Tebaxa 2014'an de bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê re jin gelek zilm dîtin. Bi vê fermanê re em cardin ketin wê ferqê ku divê jin heta nefesa xwe yên dawî li beramber hemû cure êrîşan li ber xwe bidin. Encax jin dikarin pêşiya fermanekê nû bigire. Êzidî herdem bi fermanan hatine firotin, ji lewra divê êzidî jî bizanibin kî doste kî dijmin e. Civata êzidî civatek egîd e û tucaran zilim qebûl nekirine. Civata êzidî herdem di aliyê ol de rastiya xwe parastin û heta niha jî wiha dewam dike. Kurdên êzidî tucaran şer naxwestiye, lê divê bizanibin ku mirov êdî ne dilrehm in."
 
'Bi destên xwe mafê xwe bigirin' 
 
Hediye herî dawî daxwaza xwe wiha parve kir: "Daxwaza me ew e ku jinên ku di destê çeteyan de mane û heta roja îro jî çarenûsa wan ne diyar e ji zûtirîn demê de rizgar bibin. Em weke kurdên êzidî nema zilmê qebûl dikin û em ê beramber tevahî êrîşan destê hevdu bigirin. Di fermanê de xal û birayêkê min jî kete destê çeteyan û heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e. Em dizanin pir malbat zarokên xwe bi saxî dîtin, lê pir malbat jî zarokên xwe kuştî dîtin. Niha çavên kurdên êzidî vebûne û tucaran êrîşan qebûl nakin. Îro li Şengalê keç û xortên me ji bo parastina axê xwe rabûne ser piyan. Heta ji me tê em tucaran xwe naxin bin destê hêzan. Em ê xwe bi xwe bi rêve bibin û xwe biparêzin. Em jî mirovin, mafê xwe dixwazin û em ê mafê xwe bigirin."
 
'Gelê Şengalê aşîtîxwez û girêdayî çanda xwe ne'
 
Hevseroka Mala Êzidiyan a navçeya Tirbespiyê Leyla Îbrahîm ferman wiha nirxand: "Beriya 7 salan weke roja îro li ser kurdên êzidî rojeke reş pêk hat. Em hemû şehîdên ku ji bo axa Şengalê canê xwe feda kirine bi bîr tînin. Fermana 74'an li ser tevahî gelê Şengalê pêk hat û em vê fermanê bi tundî şermezar dikin. Şengalî aşîtîxwaz û girêdayî çanda xwe ne. Ev 7 sal in heta niha tu kes xwedî li gelê Şengalê derneket û ev yek jî cihê şermezar kirinê ye. Dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin nêzî 6 hezar şêniyên Şengalî hatin qetîlkirin, koçberbûn û hatin revandin. Her wiha heta niha jî pir ji wan windayî ne û çarenûsa wan ne diyar e. Bi hezaran jinên êzidî hatin revandin û kes li wan xwedî derneketin. Ev gel zehmetî dijîn û em dixwazin êdî tevahî cîhan dengê êzidiyan bibhîzin û mafê wan biparêzin. Di ola êzîdî de herkes girêdayî axa xwe ye û em niha jî dibînin tu gel weke Gelê Kurd girêdayî axa xwe nîne. Her wiha kurdên êzidî heta roja îro him ax, him çand, him jî zimanê xwe parastine. Ez herî dawî bang li dewletên navneteweyî û sazî û dezgehên mafê mirovan dikim ku xwedî civaka êzidî derkevin. Civaka êzidî li ser axa xwe ne û tu zararê wan naghêje tu kesî."