Parêzer Hatîce Demîr: Rê ji sûcên nefretê re tê vekirin

  • 09:03 3 Tebax 2021
  • Rojane
AMED - Ji parêzerên Baroya Amedê Hatîce Demîr a êrişên nîjadperest ên li ser kurdan nirxand wiha got:"Merciyên edlî û îdarî bi helwesta xwe rê ji sûcên nefretê re vedikin."
 
Di rojên borî de li Afyon û Enqereyê êrişên nîjadperest li ser kurdan pêk hat. Li Konyayê Hakim Dal hat qetilkirin. Her wiha li Merama Konyayê êrişa nîjadperest li dijî malbateke kurd hat kirin û 7 kes ji wê malbatê hatin qetilkirin. Gelek baroyan li dijî van êrişana bertekên xwe nîşan dan. Li ser vê yekê Rojnameya Yenî Şafakê bi gotina "Baroyên tetîkkêş" baro kir hedef. 
 
Ji parêzerên Baroya Amedê Hatîce Demîr êrişên nîjadperest, hedefgirtina baroyan, polîtîkayên bêcezahiştinê nirxand. 
 
'Di siyasetê de zimanê dijminatiyê tê bikaranîn'
 
Hatîce Demîr da zanîn bi bidawîkirina pêvajoya aştiyê ya di 2015'an de îktidara siyasî polîtîkaya cudakariyê zêde kir û bingeh ji êrişan re amade kir û wiha got:"Di siyasetê de zimanê dijminatiyê tê bikaranîn. Ev zimana dibe sedem êriş li ser kurdan bê kirin. Bi taybet alava îdeolojîk a dewletê medya, hem eşkere hem veşartî bi gotinên xwe nefretê pêş dixe."
 
'Ser êrişê digirin'
 
Haticeyê bi lêv kir her kesên li dijî îktidarê bi gefxwarinê rû bi rû dimînin û wiha domand:"Yên ne ji wan bin dikin hedef. Dewsa pergaleke pirçandî ava bike dixwaze ji ortê rake. Ser êrişê digirin û dixwazin heqîqetê binpaç bikin. Lê belê wekî Emîle Zola dibêje rastî dimeşe û kes nikare rastiyê bide sekinandin."
 
'Li dijî zextan îtiraza baroyan zêde dibe'
 
Haticeyê têkildarî gotina Rojnameya Yenî Şafakê ya "tetîkkêş" a li dijî baroyên êriş şermezar kirin wiha nirxandin kir:"Li dijî êrişa nîjadperest mixabin hemû baroyan bertek nîşan nedan. Di serî de baroya Amedê 15 baroyên herêmê bertek nîşan dan. Lê belê dema Rojnameya Yenî Şafakê baro kir hedef li ser vê yekê 49 baroyan daxuyaniya hevpar dan û ev yek şermezar kirin. Li Tirkiyeyê gelek kêm sazî man ku li dijî zext û zordestiya îktidarê dengê xwe bilind bikin. Me daxwaza çareseriya pirsgirêkan kir. Qenalên siyaseta demokratîk li paş maye. Tê xwestin muxalefeta civakî bê îlegalîzekirin."
 
'Ji bo êrişên nîjadperest hîn birêkûpêkirineke zagonî tune ye'
 
Haticeyê bal kişand ser vê yekê ku li Emerîqa, Qraltiya Yekgirtî, Komara Çekê "sûcê nefretê" wekî sûcekî xweser di zagonên cezayê de hatiye birêkûpêkkirin û wiha got:"Li gelek welatî sûcê nefretê dibe sedema girankirina ceza. Li Tirkiyeyê sûcên nefretê zêde ne lê belê dîsa jî ji bo êrişên nîjadperest hîn birêkûpêkirineke zagonî tune ye. Li gel vê îstatîstîkên fermî jî tune ne. Li ser vê yekê merciyên edlî û îdarî bi helwesta xwe rê ji sûcên nefretê re vedikin. Di heman demê de bêcezahiştin hêzê dide êrişkaran."