Li Rêya Armûşê û Elbakê lehî rabû

  • 16:40 2 Tebax 2021
  • Rojane
WAN - Li navçeya Rêya Armûşê û Elbakê ji ber barana zêde ku bariya lehî rabû. Ji ber lehiyê gelek erdên çandiniyê, cihên kar û wesayitan zerar dîtin. 
 
Li navçeya Elbak û li taxa wê Yanal û navçeya Rêya Armûşê yên Wanê û taxa wê ji ber barana zêde lehî rabû. Ji ber lehiya li Elbakê cihên kar û wesayitan zerar dîtin.
 
Li taxa Yanalê jî welatiyê bi navê Mevlut di wesayita xwe de asê ma. Mevlut ji aliyê welatiyan ve hat xelaskirin. Li TOKÎ'yê jî gelek erdên çandiniyê ji ber lehiyê zerar dîtin. 
 
Herwiha li navenda bajêr û navçeyên wê barana şid berdewam e.