Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Li dijî êrişan yekitî divê

  • 15:47 2 Tebax 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya komkujiya Konyayê Platforma Yekitiya Jinên Kurd daxuyaniyek da û got: "Erîşên li hemberî kurdan, bi taybetî jî ên ku li bajarên Tirkiyeyê pêk tên tê wateya binpêkirina mafên mirovan. Li dijî êrişan pêdîvî bi yekitiya kurdan heye."
 
Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa ku li Konyayê pêk hatî şermezar kir. 
 
Daxuyaniya Platforma Yekitiya Jinên Kurd wiha ye: "Wekê ku tê zanîn malbateke kurd li navçeya Meramê ya giredayê Konyayê ji ber ku kurd bûn ji aliyê nijadperestan ve bi êrişê re rûbirû mabûn. Piştî wê êrîşê çend êrişkar hatibûn girtin, lê êrîşkar aliyê dadgehê ve hatin tehliye kirin. Her çiqas ku biryara parastina malbatê hatibe dayîn jî di 30'ê tîrmehê de di encama êrîşê de ji malbata Dedeoglu 7 kes qetil kirin. 
 
Em di serî de ji Gelê Kurd û malbatê re sersaxiye dixwazin. Qetlîama ku pêk hat nîşaneya netehemmulkirina nasnameya Gelê Kurd e. Di dîrokê de û heya îro tunekirina nasname, ziman û çanda Gelê Kurd armanca sereke ya nîjadperestan û fikirmendên wan e. Ji qetlîama Geliyê Zîlan bigrin heya Dêrsîm ê, ji Koçgirî yê heya qirkirina êzidiyan ji wir heya Roboskî yê em hemû êrîşkaran nas dikin. Her wiha êrîşên li hemberî jinên kurd, ji Leyla Qasiman heya Şîrîn Elemuyîan, ji Dayika Taybet heya Denîzan em nas dikin. Weke ku heya îro didome qetlîam ji serê gele me xelas nabin.
 
Em wek Platforma Yekitiya Jinên Kurd di demên dawiyê de lînc û êrîşên li ser Gelê Kurd û Kurdistanê şermezar dikin. Erîşên li ser kurdan, bi taybetî jî ên ku li bajarên Tirkiyeyê dijîn, binpêkirina mafên  mirovan e. Em carekî din weke platforma Yekîtiya Jinên Kurd pîvanên ji bo hemû kurd û Kurdistanê bi biryara rayedarên kurd ên li her çar aliyê Kurdistanê dixin ku van êrîşan ji bo ku em rawestînin yekîtiya kurdan pêdîvî û pêwîstiyeke lezgînî ye."