Jineke kurd li Elmadagê hat tehdîtkirin

  • 15:40 2 Tebax 2021
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Li navçeya Elmadagê Z.D.ya ku ji ber êrîşên nijadperest mecbûr ma mala xwe bar bike ji aliyê keyayê taxê H.K. ve hat tehdîtkirin.
 
Li navçeya Elmadag a Enqerê, di 28'ê Tîrmehê de nijadperestan êrîşî malbateke kurd kiribûn. Di êrîşa ku di 27'ê Tîrmehê de pêk hat cîranên malbatê çêr li wan kirin û malbat mecbûr ma ku mala xwe ji taxê bar bike.
 
Ji ferdên malbatê Z.D., tişta jiya ji ajansa me re vegot:
 
Z., derbarê êrîşa nijadperest ku li wan hat kirin de wiha got: " Ji avahiya ku me nû barkirê çend kes diçin taxa ku em lê hatibûn tehdîtkirin û pirsa me dikin. Li taxê hin kesan derwe li me kiriye û gotine 'ew kes eroyinê difiroşin'. Kesên dipirsin vê carê tên ji mirovê ku me xanî jê kirê kiriye re dibêjin, 'ev kes eroyînê difiroşin'. Kesê xanî bi kirê daye me jî dibêje 'ger ku eroyinê difiroşin divê xanî û wesayitên wan hebin. Lê tenê du kanepe û sarinceke wan heye' û wan paşve dijîne."
 
Malbat ji aliyê keya ve hat tehdîtkirin
 
Z., diyar kir ku ji ber êrîşa li wan hat kirin di çapemeniyê de hat weşandin keyayê taxê H.K. dI 31'ê mehê de bi telefonê lê geriyaye û gotiye, "Te bangî terorîstên zarok kiriye, serê te dibelê de ye û ne em tu yê ceza bigirî" û ew tehdît kiriye. Z. wiha berdewam kir, "Polîs alîkariya me nekir. Dema nû êrîş kirin lawê min ji bo parastinê kêr girt destê xwe. Lê polîs li gel du kesên ku êrîşî mala me kirin sekinî. Nebirin qereqolê û îfadeya wan jî negirtin."
 
'Polîs û notirvanan tu tişt nekir'
 
Z., diyar kir ku berî bi du rojan jî Mudurê Polîsan ê Elamdagê telefonî wankiriye û navnîşana mala wan ya nû xwetiye. Z., di dirêjiya axaftina xwe de wiha got, "Min ji mudurê polîsan re got meyên ez bi we bawer nabim. wî jî got, 'em ê te bibînin'.  Hem bekçî li wê bûn hem jî polîs lê tu tişt nekirin û em mecbûr man xwe biparêzin."
 
Z., piştî tehdîda duyem ku keya lê kir li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) serlêdana suc kir.