Serdanên li şîna malbata Dedeogullari didomin
- 14:25 2 Tebax 2021
- Rojane
KONYA - Serdanên şîna malbata Dedeogûllari ya li Meramê hat qetilkirin, dewam dikin. Ligel HDP û ESP’ê gelek welatiyan serdana malbatê kirin.
Serdanên şîna malbata Dedeogûllari ku li navçeya Meram a Konyayê hat qetilkirin a li Taxa Saraçoglu ya girêdayî navçeya Karatayê hatiye danîn, îro jî dewam kirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, Serokwekîlê Meclîsê yê HDP’ê Nîmettullah Erdogmûş, Hevserokên HDP’ê yên Herêma Çûkûrovayê û endamên Meclîsa Partiyê (PM), serdana şînê kirin û sersaxî ji xizmên malbata Dedeogûllari re xwestin.
Şandeyên hatin şînê, diyar kirin ku ji bo kujer bên darizandin û cezakirin, ew ê şopdarê pêvajoyê bin. Şandeyên HDP û ESP’ê, malbata Hakîm Dal ê hat qetilkirin jî ziyaret kirin.
Şîn wê îro piştî xwendina mewlîdê bi dawî bibe.