Dema binçavkirina 9 kesî 4 rojî hat dirêjkirin
- 13:45 2 Tebax 2021
- Rojane
WAN - Dema binçavkirina endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Hazal Kaya jî di nav de 9 kesên êrişa li dijî malbata kurd şermezar kirin 4 rojî hat dirêjkirin.
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Hazal Kaya jî di nav de 3 kes ji ber şermezarkirina qetilkirina 7 kesên ji malbateke kurd a li Merama Konyayê, li Wanê hatibûn binçavkirin. Do biserdegirtina malan a ji aliyê polîsan ve dîsa 6 kes hatin binçavkirin. Dema binçavkirina 9 kesî 4 rojên din jî hat dirêjkirin.
Mesut Bor, Hazal Karabey, Ferat Azan, Arjin Tuncer, Çetin Temel, Rojhat Duman, Rojin Varhan, Nurullah Pekbay û Dilovan Duru yên hatine binçavkirin li Muduriyeta Emniyetê ya Wanê tên girtin.