Nobeta 'Edaletê' di roja 147'an de ye: Dozger li betlanê dayik li nobetê ye

  • 11:16 2 Tebax 2021
  • Rojane
RIHA - Çalakiya Nobea "Edaletê" ya Emîne û Ferît şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin di roja 147'emîn de ye.
 
Li Pirsûsa Rihayê di 24'ê Hezîrana 2018'an de di serdema hilbijartinê de bi êrişa xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz,  Haci Esvet Şenyaşar û lawên wî Adil û Celal Şenyaşar hatin qetilkirin. Ferît Şenyaşar jî ji êrişê bi birîndarî xilas bû. Ferît û Emîne Şenyaşar li dijî vê komkujiyê ji 9'ê Adarê heta niha li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza "Edaletê" dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya rûniştinê ya ji bo daxwaza "Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 147'emîn de berdewam dike.
 
'Dozger li betlanê daiyk li nobetê ye'
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal Wezîrê Edaletê Abdullhamît Gul, Walîtiya Rihayê û Baroya Enqereyê etîket kir û got, "Ger ku hûn ji partiya îqtîdarê bin û bi taybet jî ku xizmên we yên parlamenter hebin kuştina mirovan jî tê ji bo we her tişt serbest e.  3 sal e kesek jî nehatiye girtin. Dozger li betlanê û dayik jî 147 roj e li nobetê ye..."