Ji ber êrişan malbata kurd gund terk kir

  • 11:09 2 Tebax 2021
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ANTALYA - Malbata Kurga, li gundê Bayraklar a navçeya Elmaliya Antalyayê bi êrişê re rûbirû ma. Ferdên malbatê diyar kirin ku par jî êriş pêk hat lê ne wekî ya duh bû û gotin: "Ji ber neçariyê me mala xwe terk kir." 
 
Li gundê Bayraklar ê navçeya Elmali ya Antalyayê, komeke nîjadperest, êrişî karkerên demsalî kir. Ji ber gef û êrişên li dijî xwe karkeran ji neçarî gund terk kirin. Seyfettîn û Hasan Kurga êrişa ku pêk hatî ji ajansa me re nirxandin. 
 
Seyfettîn, diyar kir ku di 1'ê têbaxê de bi malbata xwe re li malê bûne û got: "Mala me ji 5 kîlometreyan ji gund dûr e. Li vî gundê tenê malbata me kurd e. Piştî saetên dereng ên şevê ez çûm rakevim. Li ber mala me deng bilind bû û qelebalixiyek pêk hat. Dema ez rabûm min di nava maşîneyekî de 4 û 5 ciwan dît. Min bang li wan kir. Ew ciwan ji min re gotin 'Ji vir derkevin  em ê we bişewitînin'.  Hêj em diaxifin êrişê li me kirin." 
 
Seyfettîn, da zanîn ku bang li patron û cendermeyan kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êrîş ji saet 00.00.'an heta 02.00'an berdewam kir. Cendirmeyên ku hatin cihê bûyerê ji me re gotin 'Êdî pêve tişt nabe'. Ez ji keyayê gund re axivîn ji min re got 'Xeletiyek pêk hatiye'. Dema serê ewilî ez hatim gund ji min re gotin derbarê êrişên Afyon, Konya û Enqerê kirin û gotin 'Çi hatibe serê wan dê hêj xirabtir bê serê we'. Ew du sal in em li vî gundî dijîn. Ji xwe hej kurdan nakin. Duh êvarê mêvanên me hebû. Cenderme hat û pirsa rewşa me kir. Piştî ku cenderme çûn 10 deqîqe şûn de hemû gundî hatin li dora mala me kom bûn û êrîşê li malê kirin. Min jî bang li derdora xwe kir. Piştre cenderme hat û ji me re got 'Ji vir biçin û tişta ku ji destê me bê nîne û dê we bişewîtinin'. Min malbata xwe girt em çûn cihek din li cem xizmên xwe." 
 
Seyfettîn, destnîşan kir ku bi cendermeyan re ji malê derketine û wina bi lêv kir: "Piştî ku em ji malê derketin 2 caran êrişê li malê kirine. Cenderme jî ji me re gotin 'Heke hûn bikarin biçin tiştên xwe ji malê derxin'. Ji ber ku em kurd in êrişê li me dikin û xwedê vê zimanê daye me. Dawiya wê cudakariyê nîne." 
 
Hasan Kurga jî wiha behsa êrişa ku pêk hatî kir: "Gundiyên ku ji derdora gund jî ji me re gotin 'Em nahêlin ku kurdek li vir bijî'. Ji ber êrişan me mala xwe terk kir. Par jî li hemberî me êrişeke nijadî pêk hat lê ne ewqas mezin bû. Mezinên gund jî hatin ji me re gotin 'Ji gund derkevin û biçin'. Di êrişa duh de cenderme û koma nijadî bi hev re hatin ber derî. Dema cenderme li ber deriyê me bû agahiyek din a êrişê ji cendermeyan re hat. Gelo em ê çawa keda ku me li vir dayî bihêlin û biçin."