Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê: Têkoşîna hevpar

  • 10:43 2 Tebax 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Nunera REPAK'ê Meral Çîçek ku Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê nirxand, diyar kir ku pêvajo piştî konferansê hatiye destpêkirin û got, "Tişta girîng ew e ku piştî vê rastiya herêmê di warê diyalog, biryar, rêxistinbûn, koordînasyon, çalakî û di warê forma perwerdê de bê pêşxistin û mezinkirin. Di vî warî de gava yekem bi konferansê hatiye avêtin. "
 
2'emîn Konferanasa Jinan a Rohhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (MENA) di 30-31'ê Tîrmehê de bi dirûşma "Em ê bi yekitiya jinê şoreşa demokratîk pêk bînin" û bi tevlibûna 100 delegeyên jin ji 18 welatan li payitextê Lubnan Beyrûdê hat lidarxisitn.  Ji delegasyona konferansê nûnera Rêxistina Jinên Kurd a Têkiliyên bi Derve re (REPAK)  Meral Çîçek, derbarê konferansê de nirxandin kir. 
 
'Pirsgirêkên heyî, jin dan zorê ku bên gel hev'
 
Meral diyar kir ku wan konferans di bin şert û mercên zahet de li dar xisitn û got, "Lê ev pirsgirêk nebûn asteng ku jin neyên gel hev û dijberê wê jin dan zorê ku bên gel hev. Wekî ku di dirûşma konferansê de jî hatibû destnîşankirin ku tişta girîng ew e di rewşa kaosa li herêm de bi têkoşîneke rêxisitnkirî mudaxele kirin e.  Vegotina vê ya şênber ew e ku ji bo demokratîkbûna herêmê, bi pêvajoyeke çareseriyê ya di pêşengiya jinan de mudaxelekirina li Rojhilata Navîn e.  
 
Li ser sê mijaran niqaş hatin meşandin
 
Meralê got ku her çend wan ji ber pandemiyê hejara delegeyan kêm girtibin jî hevdîtineke mezin a jinan hatiye organîzekirin û ev tişt got, "Niqaş li ser sê mijaran hatin kirin, yek jê kaos û krîza ku herêm tê re derbas dibe, ya din jî pirsgirêkên bingehîn ku jin dijîn û ya din jî çawaniya têkolîna hevpar bû."
 
'Tundiya li jinê ku zêde dibe hat niqaşkirin'
 
Meralê anî ziman ku lidijî siyaseta ciakan parçe dike jin dikarin rola guherbar bilîzin û berdewam kir, "Disa bi taybetî ji bo ku li herêmê şer bi dawî bibe pêdivî bi têkoşîneke mezin a jinan heye. Tundiya li hember jinê her ku diçe zêde dibe, bi taybetî jî tundiya zayendî zêde dibe. Bi  vê re jî dagirkerî, koçberî, xizanî û dûrxistina jinan ji siyasetê ku zêde dibin pirsgirêkên girîng in."
 
'Tecrubeyên têkoşînê hatin parvekirin'
 
Meralê got ku di konferansê de tecrûbeyên têkoşînê jî hatin parvekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di serê vê de jî Şoreşa Rojava û destkeftiyên wê tên. Dîsa li Tunusê di warê hiqûqê de, li Urdinê di warê aboriyê de destkefiyên ku hatine bi destxistin û rêbaza têkoşîna ji bo van destkefityan hat niqaşkirin. Di niqaşên ku hatin kirin de derket holê ku hemû pêşetinên erênî ên li herêmê di pêşengiya jinê de hatine kirin. Lê hat bibîrxistin ku rêxistinbûna jinan a hêyî jî ne bes e. Ji ber vê jî di konferansê de girîngiya têkoşîna hevpar careke din hat bibîrxisitn. Di ferqêdebûna vê jî li gorî min gelek girîng e.  Di konfransê de derket holê ku em zêde hev nas nakirin û têkoşîna hev jî nizanin. Ev jî wekî qelsbûneke ku dikare bê derabskirin hat dîtin. Disa ji bo vê jî têkoşîna hevpar derket pêş û derbarê vê de nêrînên girîng hatin dayîn."