Gef li parêzerê malbata hat qetilkirin xwarin

  • 09:57 2 Tebax 2021
  • Rojane
KONYA - Gef li parêzer Abdurrahman Karabulut ê malbata bi êrişa nîjadperest li Meramê hat qetilkirin xwarin.
 
Di 30'yê Tîrmehê de li Hasankoya Navçeya Meramê ya Konyayê malbata kurd a ji Qersê bi êrişa nîjadperest hat qetilkirin. Kesekî li buroya hiqûqê ya parêzer Abdurrahman Karabulut ê malbata bi êrişa nîjadperest li Meramê hat qetilkirin gefa mirinê li Abdurrahman Karabulut xwarin. Parêzer da zanîn ku li telefona ofîsa wî geriyane lê wê demê ji ber ew li merasîma cenaze bû loma sekretera buroyê telefon vekiriye. Abdurrahman da zanîn kesekî di telefonê de gotiye:"Em ê te bibînin ew ê dor bê te jî. Em ê te bikujin."
 
Abdurahman da zanîn li ser medyaya sanal jî ew bi gefxwarinê rû bi rû hatiye hiştin û got ew ê bi van gefxwarinan gavê paşde neavêjin. Her wiha ew ê dest bi kirariyên zagonî yên pêwist bikin.