Nisêbînî di nava dorpêça polîsan de li hember nîjadperestiyê meşiyan

  • 18:37 1 Tebax 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Nisêbînê li dijî êrişa nîjadperest ya ku li Konyayê pêk hati rexmê astengiyan di nava dorpêça polîsan de meşiyan. 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Nisêbînê li dijî êrişa nîjadperest ya ku li Konyayê pêk hatiye xwestin li ber perqa Aşitiyê ya Nisêbînê daxuyanî bidin. Bi sedan polîs û maşîneyên wan yên zirxî dora perqê xistin  nav ablukayê û xwestin çalakvanan binçav bikin. Her wiha bi sedan welatiyên kom bûne jî ji qadê dûr xistin û tenê endamên platformê hiştin. Lewra çalakvan rexmê vê yekê di bin ablukaya polîsan de ji perqa Aşitiyê heya avahiya HDP'ê meşiyan. 
 
Li ber avahiya HDP'ê piştî daxuyanî pêk hat çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.