Polîsan êrîşî xizmên malbata hat kuştin, kirin

  • 16:38 1 Tebax 2021
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
KONYA - Xizmê malbata kurd a li Meramê hat qetilkirin diyar kir ku şeva bûyerê polîsn bi copan li wan dane û şopa canê wan hîn jê neçûye. 
 
Hat diyarkirin ku polîsan li xizmên malbata Dedeogûllari ya li navçeya Meramê ya Konyayê hat qetilkirin, dane. Malbata Rifatoglû xizma Dedeogûlari çawa komkujî bihîst çû cihê bûyerê. Malbata ku xwest biçe ber mala komkujî lê pêk hat, ji aliyê polîsan ve lêdan xwarine û polîsan tundî li wan kirine. Polîsan gelek kesên bi copan li wan xistin, dûre destên wan kelepçe kirin. Gelek kesên endamên malbata Rifatoglû, ji cihên xwe yên cuda birîndar bûn. Şopên lêdanê yên polîsan hîna jî li ser bedana van kesan e. 
 
'Ji ber lêdanê ez li nexweşxaneyê razam'
 
Harun Rûfatoglû yê ku êvara komkujiyê, ji aliyê polîsan ve lêdan xwar û hîna şopên lêdanê li ser bedena wî hene, wiha behsa roja bûyerê kir: “Piştî ku apê min û xizmên me hatin qetilkirin me xwest em bikevin hundirê malê. Lê polîsan destûr nedan me. Apê min û xaltiya min qetil kirin. Cîranek me ji me re got ku bi ser malê de girtine. Polîsan derdora malê girtibûn. Min xwest ez ap û xaltiya xwe bibînim. Lê polîsan du cop li min xistin. Ez ketim erdê û cardin rabûm. Dema ku min bi gotina 'Kê gule reşandin' bertek nîşan da, 10-15 kesan baz dan ser min. Ji ber lêdana li min hat kirin, ez şevekê li Nexweşxaneya Bajarê Mezin a Konyayê razandim. Rîska ku xwîn ji min biçe hebû. Min rapora lêdanê girt. Dûre çûm gel parêzerên xwe û min gilî kir.” 
 
'Roja bûyerê min fêm kir li vî welatî edalet tune ye'
 
Harun, da zanîn ku cenazeyên wan hebûn, ligel vê jî tenê ew hatin derpkirin û kelepçe kirin. Harun, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku em kurd in ji me re gotin, ‘terorîst.’ 7 canên me çûn. Ji kesên ku bûyer pêk anîn re tiştekî nabêjin, ji ber ku Tirk in… Roja bûyerê min fêm kir li vî welatî edalet tune ye. Ez 28 salî me û tu hêviya min ji vî welatî nema.” 
 
Harun, da zanîn ku duh Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû jî hat sersaxiya wan û wiha bi lêv kir: “Min bûyer ji wî re jî vegot. Ev 4 meh in em di talûkeyê de ne, di bin gefan de ne. Kesekê ji bo xwe nekir xem. Min rewş vegot, wî jî got ‘berpirsiyar ez im.’ Ev çend sal in ew berpirsiyar e, ka çi kirin? Em dixwazin faîl bên girtin û hesab ji wan bê pirsîn.” 
 
Xizmeke din ê malbata Dedeogûllari, diyar kir ku polîsan cop li dest û serê wan xistin. Kesê ku nexwest navê xwe bide, tundî li wan hatine kirin û polîsan ew xistine maşîneya zirxî.  
 
Hat îdîakirin ku polîsan dest danîne ser telefonên kesên li cihê komkujiyê dîmen kişandine û hemû dîmen  jê birine.
 
Xwestine ji GBT'ê derbas bikin
 
Xizmekî malbatê da zanîn do şev dema Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu hatiye, hatiye xwestin wan ji GBT'ê derbas bikin û li ser berteka wan jê derbas nekirine.