Cara duyem li Xaşkanê lehî rabû

  • 15:18 1 Tebax 2021
  • Rojane
 
WAN - Li Kuçeya Esenyamaçê ya Gundê Xaşkanê di deman serdana şandeya HDP'ê de ji ber barana zêde lehiya duda rabû û gelek axur, mal hilweşiyan. 
 
Li gundê Xaşkanê ya girêdayî navçeya Elbakê ya Wanê, ji ber barana zêde, lehiya duyemîn rabû. Welatiyên gund, ji bo ku xwe ji lehiyê biparêzin, derketin cihên bilind. Li gund ceyran qut bû û bendemayina welatiyan dewam dike. Di dema serdana heyeta Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, Sezaî Temelli û rêveberên navçe û bajêr jî tê de lehiya duyem rabû û gelek axur, mal hilweşiyan. Her wiha gelek mal û axuran jî xisar dîtin. 
 
Hat diyarkirin herî kêm 30 mal hilweşiyane. Tevî karesata lehiyê hîn herêm wekî ya afetê nehatiye îlankirin. Di heman demê de welatiyan bertek nîşanî vê yekê dan. Her wiha hat diyarkirin di lehiyê de kesî jiyana xwe ji dest nedaye.