Çalakiya greva birçîbûnê ya Mexmûrê di roja 227'an de ye

  • 13:31 1 Tebax 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin di roja xwe ya 227’yan de didome.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 114’an di roja 227’an de berdewam dike. Çalakiya  li Mexmûrê hatiye destpêkirin, her roj ji aliyê gel ve bi awayekî girseyî tê ziyaretkirin.
 
'Divê gelê kurd li beranberî vê qetlîamê bêdeng nemîne'
 
Li ser navê girseya gel Rubar Spîndarokî li ser êrîşa Konyayê axivî û got:"Dewleta tirk carek din rûyê xwe yê reş ê dema 1990’î da diyarkirin. Me weke wargeh daxuyaniyek zelal da raya giştî, em jî li ser wê bangê dibêjin ew bûyera ku çêbûye ne ya li ser malbatekê ye. Di şexsê wê malbatê de li ser gelê kurd hatiye kirin û bi awayekî diyar dewleta tirk bi xwe kiriye. Bûyerek pir xemgîn û dilbiêş e ku ji malbatekê 7 kes bên qetilkirin. Divê gelê kurd vê qebûl neke û dakevin qadan. Heta em serî li hemberî van hovîtiyan ranekin ev qetlîam nasekinin. Pêwist e em berxwedana xwe mezintir bikin."
 
'Ev qetlîam dide diyarkirin ku dijmin çiqas bê çare bûye'
 
Ji koma çalakvan jî Hisên Guzereşî di destpêkê de xêrhatina gel kir û wiha axivî:"Qetlîama ku li ser malbata kurd hatiye kirin em lenet dikin. Ev qetlîam dide diyarkirin ku dijminê me çiqas bê çare bûye ku heya li hember goristanên me jî tehemula wan nemaye. Tehemula wan a navê kurd nemaye û bi awayek hovane êrîşî derdora xwe dikin, li ser hemû destkeftiyên gelê kurd êrîşan dikin. Lê ya girîng ew e ku li beranberî wê pêwîst e em rêxistina xwe xurt bikin, yekbûna xwe ava bikin. Her çiqas dilê me bişewite jî divê em xwe ji hemû deman bêhtir rêxistin bikin û li beranberê tu cure bêmafiyê bêdeng nemînin. Ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê tevayî gel divê liser lingan be û serkeftin wê ya gelê kurd be"
 
'Em di xwazin Serokê di xwe nava xwe de bibînin'
 
Ji çalakvanên greva birçîbunê Eyşê îlhan jî li ser tevlîbûna xwe ya çalakiyê wiha axivî û got:"Tevlîbûna min a çalakiya greva birçîbunê ji bo azadiya Rêber Apo ye. Em bi serokê xwe re ne, em di xwazin Serokê xwe di nava xwe de bibînin. Di tu qanûnên dinyayê de nîne ku evqas sal Serokek di nava zindanê de bimîne. Em bang li mala barzan jî dikin ku bes e hevkariya dijmin, bes e şerê birakujî. Em kurd hemû birayên yek in, ferqa me tune ye. Gelê kurd divê ew bûyera li Konyayê qewimî nepejirînin û rabin ser piyan" 
 
'Pêwist e em weke gelê kurd destê xwe bikin yek'
 
Çalekvan Nadiya Ehmet jî wiha hêrsa xwe ya li ser qetlîama Konyayê anî ziman:"Em qetlîama ku li Konyayê li ser malbata me çêbuyî şermezar dikin. Pêwîst e hemû ferdên kurd li dijî vê qetlîamê derkevin. Hemû kes pêwîst e xwe berpirsyar bibînin vê qetlîama li ser xwe nepejirînin û rabin ser piyan. Tevayî cîhan bêdeng e, em bang li mafê mirovan dikin li dijî vê qetlîama li ser vê malbatê çêbuyî çima dengê xwe dernaxin. Berî ku ev êrîş çêbibe çend çaran êrîş kirine, darbe xwarine, birîndar kirine kesê dengê xwe dernexistiye û piştre bi awayek hovane qetil kirine. Pêwîst e kes bêdeng nemîne her kesek di aliyê xwe de rabe ser piyan. Divê em hemû xwe berpirsyar bibînin. Tevlîbuna min ya çalakiyê jî diyar e ji ber tecrîta li ser Rêber Apo ye her wiha em Rêber Apo di nava xwe de azad bibînin. Ger temenê me jî têrê neke em ê her li dû serokê xwe bimeşin. Em li ser soza xwe ne. Divê em gelê kurd destê xwe bikin yek û Serokê xwe ji bin tecrîdê derxin û azadiya Serokê xwe mîsoger bikin"
 
'Dijmin tu caran nikare me kurdan tune bike'
 
Çalekvana bi navê Sosin Nêrweh jî di destpêkê de silav ji Îmraliyê re şand û wiha got:"Em ji bo Serokê xwe ketine nava vê çalakiyê. Em ê çalakiya xwe bi awayekî xurt berdewam bikin û em ê li her du Serokê xwe bin. Serokê me Serokê tevayî gelên bindest e, em her tim li dû doza serokê xwe ne. Pêwîst e hemû kurd rabin ser piyan, li her deverê çalakiyên demoqrat bidin pêkanîn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Dijmin tucaran nikare me kurdan tune bike, ev çend mehe li ser serê gerillayên azadiyê bombeyan dibarînin hêj tu encam bi dest nexistine û wê tu encaman jî bi dest nexe. Ev malbata Konyayê tenê ji ber kurd bûn dewleta faşîşt ew ji mala wan derxistin û gotin derkevin, lê ji ber gotin em dernakevin mala me ye hemû qetil kirin. Ji ber vê yekê divê tu kurd vê nepejirînin û li dijî vê qetlîamê rabin serhildanê."