Rojnamegerên di bin çavan de wê derkevin pêşberî dozger

  • 12:50 1 Tebax 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Rojnameger Enes Sezgin, Taylan Oztaş û 4 rojnamegerên din ên bi wan re ê di dema şopandina nûçeyê de bi êrişa komeke nîjadperest rû bi rû man û piştre hatin binçavkirin wê îro sewqî dozgeriyê bên kirin. 
 
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasî yên Stenbolê, duh li Qada Tunelê ya Taksîmê daxuyanî dan çapemeniyê. Komek nîjadperest êrişî ciwanên meşiyan kirin. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Muhammed Enes Sezgîn û xebatkarê Ozgur Gelecekê Taylan Oztaş jî di nav de 6 kes di êrişê de birîndar bûn. Ji koma nijadperest a êrişkar kesek nehat binçavkirin. Lê 6 kesên di êrişê de birîndar bûn, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. 
 
Kelepçeya berovajî kirin destên nûçegîhanan
 
Enes Sezgin, Taylan Oztaş ên lêdan xwarin şûnde çûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Taksîmê û xwestin rapora lêdanê bigirin ji aliyê polîsan ve bi kelepçeya berovajî hatin kelepçekirin û hatin binçavkirin. Polîsan agahî nedan rojnamegerên ku li ber nexweşxaneyê li hêviya hempîşêyên xwe sekinîn. Nîqaş di navbera polîs û rojnamegeran de çêbû. 
 
Nûçegîhanên hatin binçavkirin piştre ji deriyê dawiyê yê nexweşxaneyê hatin derxistin û polîsan ew birin Qereqola Kasimpaşayê. 
 
Rojnamegerên îfadeya li emniyetê red kirin ew ê îro derkevin pêşberî dozgeriyê.