Emîne û Ferît Şenyaşar: Kesên zilmê dikin neparêzin

  • 11:07 1 Tebax 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên li ber Edliyeya Rihayê nobeda "Edaletê" didomînin wiha gotin:"Heta guhertinek çênebe ne pêkan e ku welat biguhere. Kesên qetil dikin û zilmê dikin neparêzin."
 
Li Pirsûsa Rihayê di 24'ê Hezîrana 2018'an de di serdema hilbijartinê de bi êrişa xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz,  Haci Esvet Şenyaşar û lawên wî Adil û Celal Şenyaşar hatin qetilkirin. Ferît Şenyaşar jî ji êrişê bi birîndarî xilas bû. Ferît û Emîne Şenyaşar li dijî vê komkujiyê ji 9'ê Adarê heta niha li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza "Edaletê" dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya rûniştinê ya ji bo daxwaza "Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 146'emîn de didome. 
 
'Ji bo menfaetê rûmeta xwe winda nekin'
 
Malbatê ji ser hesabê xwe yê sanal hesabên Wezareta Dadê, Rojnameger Şîrîn Payzin, Bariş Yarkadaş etîket kir û ev gotin parve kir:"Heta guhertinek çênebe ne pêkan e ku welat biguhere. Kesên qetil dikin û zilmê dikin neparêzin! Sekna li dijî neheqî û zilmê rûmeta mirovan e. Ji bo menfaetê rûmeta xwe winda nekin. Nobeda me ya edaletê di roja 146'emîn de ye."