Feleknas Uca: Divê tiştên li Şengalê hatin jiyîn neyên jibîrkirin

  • 09:02 1 Tebax 2021
  • Rojane
 
Derya Ren
 
AMED - Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, bal kişand ser êrişa DAIŞ'ê ya sala 2014'an û got: "Di şexsê jinên êzidî de li Şengalê trajediyeke mezin pêk hat. Bi fermanê peyamek dan hemû jinan û raste rast jin hedef hatin girtin. Lê divê kesek li ser jinên êzidî siyasetê neke. Her wiha divê tiştên ku li Şengalê hatî jiyin neyên jibîrkirin." 
 
Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir û jin, zarok, pîr û kal di nav de bi hezaran êzidî qetil kirin. Bi hezaran kes dîl hatin girt, bi sed hezaran kes koçber bûn. Bi hezaran jin li bazaran hatin firotin. Ji bo rizgariya Şengalê Tevgera Azadiyê berê xwe da Şengalê û li vir hewl dan ku êzidiyan biparêz in. Piştî rizgariya Şengalê li vir jiyanek nû pergalek nû hat avakirin. Êdî Şengalî di her alî de xwe bi rêxistin kir. Sal bi salê êdî ezidiyên ku koçber bibûn berê xwe dan cih û warê xwe. 
 
Êzidî di hêla jiyan, aborî, perwerdê, tenduristî û bi taybetî jî di hêla ewlehiyê de xwe birêxistin kirin. Lê rêxistinbûna êzidiyan ji hêla hikûmeta Bexda û Hewlêrê ve nedihat naskirin. Ji ber vê jî li hemberî êzidiyan peymanek di navbera hikûmetan de hat îmzekirin. Hem li dijî biryara ku hatî girtin û hem jî li dijî êrişên arteşa tirk a li hemberî Şengalê rêzeçalakî hatin lidarxistin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ), YBŞ-YJŞ’ê, Asayîşa Êzidixanê û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li ser gefên hikûmeta Federal a Iraqê, helwesta PDK û Tirkiyeyê demên borî biryara berxwedanê dabûn. 
 
Di salvegera fermana 3'ê Tebaxê de parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Uca nêrînê xwe ji ajansa me re par vekir. Feleknas derbarê polîtîkayên li hemberî Şengalê, armanca plansaziya hikûmetan û berxwedana êzidiyan de nirxandinên berfireh kir. 
 
'Dixwazin êzidiyan ji Şengalê derxin' 
 
Feleknas, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser destpêka fermana ku pêk hatî û got: "Divê bê zanîn ku fermaneke ne bi rêzê bû. Armanc dikirin ku êzidiyan ji Şengalê derxin. Hikûmeta Hewlêrê ji serê ewilî ji êzidiyan re gotibû ku 'Em ê we biparêzin', lê belê hemû çekên di destê êzidiyan de kom kirin. Rojên borî DAIŞ li Şengalê belavokên ku dê bên belavkiribûn. Lê şev agahiya êrişê hat. Ez li ser navê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Elmanyayê bûm. Li vir em bi rêxistinên êzidiyan re civiyan. Me têkilî bi Rojavaye rê danî."
 
'Ez tucarî qêrîna Hayatê jibîrnakim'
 
Feleknas, da zanîn ku li Şengalê bûyereke dijmirovî pêk hat û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li vir bangewaziya civakê hebû û alîkarî dixwestin. Lê tiştek ji destê me ne dihat. Ev rewşeke pir xemgîn bû. Gelek kes di encama êrişê de jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî li benda alîkariya rizgarkirinê bû. Hinga 12 şervanên azadiyê ji bo êzidiyan derketin rê. 3 şervan ji hêla Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ve hatin binçavkirin. Hin dem hene ku mirov qet jibîrnake. Ez tu carî qêrîna Hayatê jibîrnakim. Hayat ji bo nekeve destê DAIŞ'ê dawî li jiyana xwe anî. Xwişka wê pê re axivîbû ji bo dawî li jiyana xwe neyne û xwestin ez jî pê re biaxfim û îkna bikim. Lê Hayat nexwest bikeve destê DAIŞ'ê. Bi dehan jinên êzidî ji bo nekevin destê DAIŞ'ê dawî li jiyana xwe anîn. Tî û birçî man û bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan. 7 hezar jin û zarokên êzidî ketin destê DAIŞ'ê. 450 hezar kes koçber bûn. Bi hezaran kes ji hêla DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin. Aqûbeta 2 hezar 800 jinan nayê zanîn. Jinên êzidî li bazarên Musilê hatin firotin. Gelek jin li Girtîgeha Baldoşê ya Musilê hatin hiştin. Ji bo zext û zordariyan rizgar bibin jinên girtî malbatên xwe digeriyan û dixwestin ku 'Ev girtîgeh bên bombekirin'. Ne tenê carekî her bi dehan caran hatin firotin. Zarokên 6 û 7 salî bi êrişa zayendî re rûbirû man."
 
'Xwezî zimanê Çiyayê Şengalê hebûya'
 
Feleknas di nirxandinên xwe de wiha bal kişand ser rewşa jinên êzidî: "Di şexsê jinên êzidî de li Şengalê trajediyeke mezin pêk hat. Bi fermanê peyamek dan hemû jinan. Ji ber ku jinên êzidî her tim parastina civak, ziman, çand û ola xwe dikir, raste rast hedef hatin girtin. Armanc ne tenê valakirina Şengalê bû armanc qirkirina jinên êzidî bû. Xwezî zimanê Çiyayê Şengalê hebûya fermana pêk hatî vegota. Her wiha xwezî zimanê Çiyayê Şengalê hebûya bila berxwedana ku li vir hatî dayîn vegota. Jinên 60 û 70 salî çek girtin û parastina xwe kirin. Civaka êzidi carek din xwe birêxistin kir û jiyaneke nû afirand. Niha jî jin tola jinên ku hatine qetilkirin digirin."
 
'150 hezar kes hatin rizgarkirin'
 
Feleknas, diyar kir ku ji hêla şervanên YPG'ê ve korîdorek hat vekirin û bi hezaran jin êzidî hatin rizgarkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ligel rizgarkirinê 9 şervan jî ji bo vekirina korîdora di navbera Şengal û Ciyayê Şengalê canê xwe feda kirin. 150 hezar kes hatin rizgarkirin. Li vir berxwedaneke dîrokî hat dayîn. Cîhan şahidiya wê berxwedanê kir. Lê herkes bêdeng bû. Hemû dewlet li hemberî fermana pêk hatî bêdeng man. Piştî çend roj şûnde hîn dewlet alîkarî şand. Niha êzidî dikare xwe biparêze û xwebirêvebibe. Ez hêvî dikim ku aqûbeta 2 hezar 800 jinan jî bê zelalkirin."
 
'Lîstîka li hemberî Şengalê hêj didome'
 
Feleknas, destnîşan kir ku niha jinên êzidî hatin jibîrkirin û mijar wiha şîrove kir: "Tiştên ku Şengalê hatin jiyîn hatin jibîrkirin. Ji bo çend jinên êzidî xebat hatin dayîn û piştî demekî jî serpêhatiya wan jinan ji rojevê hatin xistin. Tiştên ku pêk hatin wekî mexdûriyet hatin nîşandan. Lê belê niha jî li hemberî Şengalê lîstîkek heye. Gelo çend parlomento tiştên ku Şengalê pêk hatî wekî qirkirina nijadî dinirxînin? Parlamentoyên ku wekî qirkirina nîjadî nirxandin gelo çi kirin? Çend şandeyên ku ji Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk tên berê xwe dan Şengalê? Gelo ji kesên ku birîndar bûn û ji kesên ku ji destê DAIŞ'ê rizgar bûn hevdîtin hatin kirin? Divê mirov wan pirsan bipirse. Ne tenê Musilê jin hatin firotin. Çend jin li Enqerê ji destê DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Li Tirkiyeyê dema tu diçî cihekî bi dehan caran tê rawestandin û kontrola nasnameyan tê kirin, gelo ev kes çawa dibe wisa derbas dibe û heta Enqerê ve diçin. Ew jin bi salan li Enqerê man û kesek wan jinan nedît. Niha Tirkiye bûye navenda firotina jinên êzidî. Çi karê zarokên êzidî li Kirşehirê hene? 2 zarokên keç ên êzidî li yurda Kirşehirê çi dike? Dewletên Ewropayê tenê serpêhatiya jinan wekî mexduriyet dinirxîne. Jinên êzidî li Tunus û Misirê jî hatin firotin. Divê tu kes li bedena jinên êzidî siyasetê neke. Tişta ku hat serê jinên êzidî hat serê hemû jinên cîhanê."
 
'Şengal herêmekî stratejîk e'
 
Feleknas, da zanîn ku ji Bexdayê heta Şengalê tê xwestin ku xeteke Şîî bê avakirin û wiha axivî: "Şengal di navbera Rojava û Îranê de herêmekî stratejîk e. Ji ber vê sedemê jî Tirkiye êrişê li Şengalê dike. Dixwazin nexşereyeke nû ya Osmaniyan xêz bikin. Heta niha Şengal ji hêla Tirkiyeyê ve 7 caran hatiye bombekirin û bû sedema koçberiya civakê. Hemû dewlet û NY'ê heman siyasetê li hemberî Şengalê dimeşîne. Hikûmeta Elmanyayê hewl da ku hezar jinê tedawî bike, me serê ewil jî got ev proje xelet e. Hek dixwazin bîrinê qenc bikin bila li ser axa Şengalê birîn bên qenckirin. Bi wan projeyan dixwazin Şengalê bê êzidî bihêlin. Niha bi hezaran êzidî li Zaxo û Dûhokê di konan de dijîn. 7 sal ser fermanê derbas bû lê hej jî li vir in. Hemû tişt domandina qirqirina nijadî ye. Fermana ku pêk hatî ne ji rêz e û domandina fermanên din e. Ji salên 900'î de ferman pêk hatiye û em dibêjin fermana 74'an. Lê belê peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê jî em wekî fermana 75'an dinirxînin. Divê baş bê zanîn ku di şexsê jinê de dixwazin civakekî ji holê rakin."
 
'Divê tiştên ku li Şengalê hatî jiyin neyên jibîrkirin'
 
Parlamenter Feleknas di axaftina xwe de bal kişand ser xebatên ku heta niha hatine kirin û got: "Hem wekî platform û hem jî wekî Tevgera Jinên Azad (TJA) ji roja fermanê heta îro xebatên cuda me da meşandin. Ji bo rizgarkirina jinên êzidî me koordînasyonek ava kir. Her wiha me bangewaziya bila 3'yê Tebaxê bibe 'Roja Têkoşîna li dijî Qirkirina Jinê' lê bangewaziya me nehat qebûlkirin. Niha hîn parlamentoyên dewletan hewl didin ku xwe bidin efûkirin, lê belê ev tişt têr nake. Lê ez carek din bang dikim ku ne tenê di 3'yê Tebaxê bila her roj fermana ku pêk hatî bê bîranîn. Em tu carî dev jî berxwedana xwe ya li hemberî DAIŞ'ê bernadin. Birîna Şengalê kûr e û divê ji bo jiyanek bi rûmet tiştên ku li Şengalê hatin jiyin neyên ji bîrkirin. Divê her kes guh bide daxwazên Şengaliyan."