ROJEVA 1'Ê TEBAX 2021'Ê

  • 09:00 1 Tebax 2021
  • Rojev
 
*Gul Bozan a bi firaxek av û xwarinê ajalên li derve xwedî dike da zanîn tundiyeke mezin li ser ajalan tê meşandin û got bila şaredarî erka xwe bi cih bîne. DÎMEN HEYE
 
*Parêzera Komeleya Jinan a Rosayê Berfîn Polat, derbarê 4'emîn Pakêta Darazê ya ku şertê 'delîlê şênber' tîne de axivî û got:"Li vî welatî divê kesên ku ev pakêt derxistin xwe ji bêcezahiştina gûmanbaran û êrîşa zayendî û tundiya li hember jin û zarokan berpirsiyar bibînin. Xalên vê qanûn bi xeter û kemîn in." BI DÎMEN
 
*Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, bal kişand ser êrişa DAIŞ'ê ya sala 2014'an û got: "Di şexsê jinên êzidî de li Şengalê trajediyeke mezin pêk hat. Bi fermanê peyamek dan hemû jinan û raste rast jin hedef hatin girtin. Lê divê kesek li ser jinên êzidî siyasetê neke. Her wiha divê tiştên ku li Şengalê hatî jiyin neyên jibîrkirin."  BI DÎMEN 
 
*Siyasetmedarên bertek nîşanî qetilkirina 7 kesên ji malbateke kurd dan bal kişandin ser berî komkujiyê û diyar kirin ku di warê avakirina bingeha komkujiyê de rolên îktidar û medyayê heye û wiha gotin:"Em li dijî êrişên nîjadperest ên li dijî kurdan bê deng namînin. Gelê kurd ne bi tenê ye."