Nasnameya nîjadperestê 7 kurd qetil kir eşkere bû

  • 08:56 1 Tebax 2021
  • Rojane
 
KONYA - Hat hînbûn nîjadperestê li Konyayê 7 kurd qetil kir navê wî Mehmet Altûn e. 
 
Hat hînbûn nîjadperestê li Konyayê 7 kurdên ji Qersê bûn qetil kir navê wî Mehmet Altûn e. Her wiha hat hînbûn bersûc Mehmet Altun birayê Ayşe Keleş a di nava êrişa li dijî kurdan a di 12'ê Gulanê de cih girtiye. Serdozgeriya Komarê ya Konyayê diyar kir di çarçoveya lêpirsîna hat meşandin de 13 kes hatine binçavkirin. Lê belê navên kesên hatine binçavkirin nehat parvekirin. 
 
Ji parêzerên bi Serdozgeriya Komarê ya Konyayê re hevdîtin kiriye Maviş Aydin diyar kir têkildarî nasnameya bersûc tu agahî negirtine û got hevjîn, bav û dayika bersûc Mehmet Altun jî di çarçoveya lêpirsînê de hatine binçavkirin.