Li dijî komkujiya Konyayê li Şirnex û Mêrdînê meş hat lidarxistin

  • 19:57 31 Tîrmeh 2021
  • Rojane

MÊRDÎN - HDP’yîyan li Şirnex û Mêrdînê têkildarê êrişa nîjadperest ya li Konyayê çêbûye meşên girseyî li dar xistin.

Rêxistina Şirnexê û ya Mêrdînê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi armanca şermezarkirina komkujiya li Konyayê pêkbhatiye çalakiyên girseyî li dar xistin.

Ji derveyî siyasetmendaran bi hejmarek zêde  welatî jî beşdarî daxuyaniyê bûn.  Li perqa Karayollari ya Mêrdînê bi sedan polîsên hatin qadê di dema meşê de êrişê çalakvanan kirin û li wan dan. Li Şirnexê jî  di heman demê de rexmê êrişa polîsan meş hat lidarxistin û çalakiya rûniştinê pêk hat. 

Mêrdîn

Li Mêrdînê girseyek mezin bi pêşengiya rêxistina HDP, DBP û TJA’yê li perqa karayollari ya Mêrdînê kom bûn. Bi sedan polîsan beriya çalakiyê derdora parqê xistibûn nava ablukayê. Di serî de çalakvan bi pêşengiya dirûşman meşiyan û li dawiya perqê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hevserokên HDP’ê Salîh Kuday û Perîhan Agaoglu axivîn. Piştî daxuyaniyê bi hênceta girse dirûşmên weke “Kurdistan Ji bo Faşîstan Wê Bibe Goristan”, “HDP’e Gele Gel Li Vir e” berz kirine êrişa polîsan pêk hat.

Polîsan hewil da ku çalakvanan bixin bin çavan û piştî endamê TMOB'ê Hogir Çetîn hat binçavkirin jî hevserokên HDP’ê yên bajêr xwestin mudaxale bikin û ew jî rastî êrişê hatin. Polîsan jinek bi erdê ve kaş kirin û gotinên qirêj jê re kirin. Rexmê êrişan çalakvan ji perqa karayollari heta avahiya HDP’ê ya bajêr meşiyan. 

Şirnex

Li navçeyên Hezex û Cizîrê jî meş hat li darxistin û rexmê êrişa polîsan çalekvan meşiyan û çalekiya rûniştinê li dar xistin. Di çalekiyê de TJA’yî HDP’yî û DBP’yîyan cih girtin. Meclîsa Dayikên Aşitiyê û bı hejmarek zêde welatî beşdar bûn.

[19:55, 31.07.2021] Jin: aldım