Li dijî komkujiya li Konyayê bi sedan kes daketin qadan

  • 17:53 31 Tîrmeh 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî qetilkirina 7 kurdên li Konyayê îro li gelek bajarî bi sedan kes daketin qadan û komkujî şermezar kirin. 
 
Komkujiya di encama êrişa nijadperest a li navçeya Meram a Konyayê pêk hat, li her derê bi awayekê tund hat şermzarkirin û lanet kirin. Di daxuyanî û çalakiyên hatin lidarxistin de, berpirsiyarê komkujiyê hikumet hat dîtin û wiha hat gotin: “Ev êriş bingeha xwe ji nijadperestiyê digirin û ji aliyê polîtîkayên cihêkar û nijadperest ên hikûmetê ve tên teşwîqkirin.
 
Êlih
 
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê, bertek nîşanî qetilkirina 7 endamên malbata Dedeogûllari ya li navçeya Maram a Konyayê rastî êrişa nişadperest hat. Daxuyanî li avahiya şaxê hat lidarxistin. Endam û rêveberên şaxê beşdarî daxuyaniyê bûn. Endama Lijneya rêveberiya ÎHD’ê Gulbahar Kaya, di daxuyaniyê de axivî û got: “Gotinên kîn û nefretê yên li dijî Kurdan gehiştine astaherî jor. Divê hemû kesên alîgirên demokrasî, aştî û mafên mirovan dikin, li dijî vê bûyera hovane helwesta xwe nîşan bidin. Em bang li her kesî dikin ku ji tudiyê, kîn û nefretê re bêjin na dikin”
 
Riha
 
Platforma Ked û Demokratiyê ya Rihayê jî, bi daxuyaniyekê, qetilkirina 7 endamên malbata Kurd a li navçeya Meramê şermezar kir. Daxuyanî li Navenda Kar a Ahmet Bahçivan hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên demokratîk û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de, dowîzên “Li Konyayê komkujî heye” û “Ji bo jiyanek wekhev em ê rê nedin nijadperestiyê” hatin hilgirtin. Endamê Lijneya Rêvebera a ÎHD’ê Muslum Saraçoglû, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ewê li dijî êrişên li ser gelê Kurd serî neteweyînin. 
 
Saraçoglû, da xuya kirin ku ew polîtîkayên xizmeta  van êrişan dikin, aştiya civakê têk dibin û şer pêş dikin red dikin. Saraçoglû, da zanîn ku divê bersûc bên ceza kirin û ewê şopdarê dozê bin.
 
Daxuyanî piştî axaftinê bi dawî bû.
 
Hatay
 
Rêxistina HDP’ê ya Hatayê jî, êrişa li Konyayê û qetilkirina 7 endamên malbatê şermezar kir. Nûnerên rêxistina civakî û partiyên siyasî, beşdarî daxuyaniya li ber avahiya Rêxistina HDP’ê hat lidarxistin, bûn. Parlamenterê TÎP’ê yê Hatayê Barış Atay jî tevlî daxuyaniyê bû.   
 
Hevserokê HDP’ê yê Hatayê Kerem Nalbant, bertek nîşanî qetilkirina 7 kesên Kurdan dan û xwest berpirsiyar bên cezakirin. 
 
Parlamenterê TÎP’ê yê Hatayê Bariş Atay jî, diyar kir ku li dijî HDP’ê û gelê Kurd bi awayekê berpagalî û bi sazî êriş hene. Atay, dest nîşan kir ku AKP û MHP hewl didin HDP’ê terorîze bikin û ji ber vê yekê malbatek Kurd li Konyayê hat qetilkirin. 
 
Îskenderûn
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îskenderûnê jî, li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û bertek nîşanî qetilkirina 7 endamên malbata Kurd da. Hevseroka HDP’ê ya Îskenderûnê Hulya Ateş, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Ev êrîş li ser bingehek nijadperest tên kirin. Êrişkar ji polîtîkayên cudakar û nijadperest ên hikumetê cesaretê digirin. Werin em bi hev re bêjin êdî bese, li dijî faşîzm û nijadperestiyê bibin yek û jiyana demokratîk û wekhev bi hev re biparêzin.”
 
Edene
 
Baroya Edenê jî di daxuyaniya weşand de, wiha got: “Li şûna ku bûyerên ji ber sedemên etnîkî û bi mebesta nîjadperestî tên kirin, baroyên me ji aliyê medya alîgir ve hatin terorkirin û hedef girtin. Di 25’ê Tîrmeh de, 48 baroyan cardin daxuyaniyek hevpar an û bal kişand ser bûyerên wiha. Fikarên ku di daxuyaniyên hatine dayîn de, mixabin ji ber polîtîkaya bêcezakirinê ya li dijî sûcên nefretê veguheriye komkujiyê.
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Dersimê û Amedê jî, bi heman armencê daxuyanî hatin dayîn, komkujiya li Konyayê hat şermezarkirin. 
Parve bike: