Li Wanê komkujiya Konyayê hat şermezarkirin: 5 kes hatin binçavkirin

  • 16:52 31 Tîrmeh 2021
  • Rojane
WAN - Partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl ên Wanê komkujiya li Konyayê pêk hatî bi daxuyaniyê şermezar kirin. Polîsan êriş bir ser girseyî û di encama êrişê de 5 kes hatin binçavkirin. 
 
HDP, CHP, EMEP, ESP û 23 saziyên sivîl ên Wanê li Kolana Hunerê gihaştin hev û êrişa li Konyayê şermezar kirin. Metna daxuyaniyê ji hêla serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê Mehmet Karataş ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Duh li Konyayê 7 kurd bi hovane hatin qetilkirin. Kujer demên borî jî erîşê malbatê kiribûn lê serbest hatibûn berdan. Êrişên li hemberî kurd û HDP'ê girêdayî gotin û polîtîkayên îqtîdarê pêk tên. Helwesta îqtîdarê dibe sedem ku êrişên bi vî rengî zêdetir bibin. Em wekî Hêzên Demokrasî û Kedê yên Wanê êrişa ku pêk hatî şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku êrîşên ku li hemberî zimanê kurdî û kurdan pêk tê bên rawestandin."
 
Piştî daxuyaniyê girse bertekên xwe bi dirûşmeyan anîn ziman. Lê girse bi êrişa polîsan re rûbirû man. 5 kes hatin binçavkirin. Welatiyên derdorê jî bertek nîşanî êrişa polîsan da.