Xizmên malbata kurd a hat qetilkirin: Em nagirîn!

  • 16:41 31 Tîrmeh 2021
  • Rojane
KONYA - Heyeta HDP'ê ji bo xizmên malbata kurd a 7 kes jê hat qetilkirin sersaxî xwest. Bi sedan kes ji ber nexweşxaneyê ber bi Goristana Saraçogluyê ve derketin ser rê.
 
Heyeta di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar de xwe gihaşt Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê. Heyeta HDP'ê ji bo xizmên malbata kurd a 7 kes jê hat qetilkirin sersaxî xwest.
 
Di wê kêliyê de xizmekî malbata hat qetilkirin ji Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya sersaxî xwest re got "Em bigirîn ew ê bi ser bikevin, em nagirîn". 
 
Malbata Hakim Dal ê ku di rojên borî de li Konyayê hatibû qetilkirin jî li ber nexweşxaneyê bû. 
 
Heyeta HDP'ê û bi sedan kesên li ber morgê sekinîbûn ji bo definkirina cenazeyan ber bi Goristana Saraçogluyê ya Karatayê ve derketin ser rê.