'Edalet ji bo herkesî pêwîst e'

  • 16:11 31 Tîrmeh 2021
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê, pirsa faîlên Suleyman Cîhan ku di bin çavan de wî bi îşkenceyê qetil kirin û piştre ji bo rengê întiharê bidinê wî ji qata 6'an a avahiyekê avêtin û 40 sal in edalet cihê xwe nabîne kirin. 
 
Dayikên Şemiyê, di hefteya 853'yan de ji ber pandemiyê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û bersûc bên darizandin" bi awayekî online li dar xistin. Di çalakiyê de pirsa bersûcên Suleyman Cîhan ku di 29'ê Tîrmeha 1981'ê de di bin çavan de hat windakirin û piştre cenazeyê wî hat dîtin kirin. Di çalakiyê de destpêkê birayê Suleyman Cîhan, Ahmet Cîhan axivî û diyar kir ku kekê wî ji ber nasnameya xwe hatiye qetilkirin û wiha got: "Doza ku ji bo qetilkirina wî hat vekirin bê encam ma. Ev sûcekî mirovahî ye û wê teqez peywirdarên dewletê yên ev sûc kirin bên darizandin."
 
'Edalet ji bo herkesî pêwîst e'
 
Şahidê demê Hasan Huseyîn Çatalkaya jî ev tişt got: "Dema ku min jî ji bo îşkenceyê birin heman cihî, min Suleyman li wir dît. Ji min re got, 'Ez nemirime ji derve re ragihînin'. Berpirsê bingehîn ê qetlîamê diyar e. Ez şahidê vê pêvajoyê me." Parêzera demê Mîhrîban Kirdok, da zanîn ku qetilkirina Cîhan di danişînê de hîn bûye û ev tişt gotin: "Lêgerîna me her berdewam kir. Lê ji ber ku di dozên wiha de polîtîkaya bêcezahiştinê tê bikaranîn doz ket ber demboriyê. Lê divê neyê jibîrkirin ku edalet ji bo herkesî pêwîst e."
 
'Tevî ku mirî bû ew ji jor de avêtin'
 
Piştre Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci axivî û diyar kir ku di rapora otopsiya Suleyman Cîhan de hatiye tespîtkirin ku gelek birîn li laşê wî hebûne û wiha got: "Ji ber ku ji bo birînan tu nirxandin nayê kirin bêcezatî didome. Min di van belgeyan de dît ku birînên li laşê wî birînê îşkenceyê bûn. Ji bilî vana hin birîn jî birînên piştî mirinê bûn. Ev jî birîna di jor de ketinê bû. Piştî rapora otopsiyê berpirsyaran çîrok nivîsand. Ev jî çîroka întiharê bû. Rexmî ku Cîhan miribû jî wî ji jor de avêtibûn."
 
Piştî Şebnemê, Mirova Şemiyê Yasemîn Bektaş daxuyaniya ku têkildarî qetilkirina Suleyman hatibû amadekirin xwend û got ku ji bo Suleyman û windayan dev ji têkoşîna xwe bernedin.