Kongreya Star êrişên ku pêk hatî şermezar kir

  • 15:41 31 Tîrmeh 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star a Kantona Hesekê êrişên ku li herêmê pêk tê bi daxuyaniyekî şermezar kir û got: "Êrîşên li hemberî rojava, başûrê Kurdistanê, dagirkirina Efrîn, Serêkanî, Girê Spî, vekirina gorên şehîdan a li Efrînê, hedefgirtina rêveberên şoreşê, hedefgirtina erebeyên sivîlan a li Kobanê û komkujiya sivîlan a li Konyayê heman plan e." 
   
Meclisa Kongreya Star a Kantona Hesekê, li dijî êrişên li hemberî Rojava û Konyayê li taxa Merşo ya bajarê Hesekê daxuyaniyekî da. Daxuyanî ji aliyê berdevka Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li ser dirêjahiya hezaran salan desthiltdar dixwaznin Gelê Kurd bi rêbazên komkujî, qedexekirina zimanê dayikê û hilandina çandê tune bikin. Li dijî vê pilanê Gelê Kurd herdem rabûn serhildanê da ku nirxê Kurdistanê biparêzin. Tevegera Gelê Kurd ên herî dawî bi serkêşiya Rêber Apo hate avakirin. Ev tevger nirxê tevahî gelan esas digire û li dijî berjewendiyên hêzên hegemonîk têkoşîn dike. Ev hêzên hegemonîk heta niha êrîşên dijwar pêk tînin. 
 
Êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê, başûrê Kurdistanê, dagirkirina Efrîn, Serêkanî, Girê Spî, vekirina gorên şehîdan li Efrînê, komkujiya derheqê sivîlan, hedefgirtina rêveberên şoreşê, hedefgirtina erebeyên sivîlan li Kobanê, komkujiya sivîlan li Konyayê heman plan e. Peyama ku dixwazin bidin diyarkirin eger tu kurd bî û tu di kurdiyetiya xwe de israr bikê wê qetîlkirin para te be. 
 
Em bang li gelê başûrê Kurdistanê û pêşmergeyan dikin ku li dijî pilan û siyaseta birakujiyê bisekinin. Herkes dizane ku yekrêziya kurdî dê bibe çareseriya pirskirêka Rojhilata Navîn û bingeha avakirina wekheviya gelan. Ji bo wê îro siyasetek li dijî yekrêziya kurdî pêk tê. Îro başurê Kurdistanê ne ji bo berjewendiya kurdî tê bi rêvebirin, siyaseta ku PDK'ê û mala Barzanî didin meşandin siyasetek tirkistaniye. Li ser vê bingehê em bang li gelê başûrê Kurdistanê û pêşmerge dikin ku li dijî plan û siyaseta birakujiyê bisekinin û li hemberî wê raperîn bikin. Em weke Rêxistina Kongreya Star a Hesekê bang li Rêxisitinên Mirovî dikin ku li hember kiryarên dewleta tirk bêdeng nemînin û bi erkê xwe yê mirovî û wicdanî rabin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedan" bi dawî bû.