Hevseroka HDP'ê ya Konyayê: Malbat ji ber kurd bû hat qetilkirin

  • 15:30 31 Tîrmeh 2021
  • Rojane
KONYA - Hevseroka HDP'ê ya Konyayê Songul Çetin qetilkirina malbata kurd a li Navçeya Meramê ya Konyayê nirxand. Songulê diyar kir a bû sedema komkujiyê gotinên AKP-MHP'ê ne û got malbat ji ber kurd bû hat qetilkirin.
 
Li Navçeya Meramê ya Konyayê êrişa nîjadperestî li dijî malbateke kurd a ji Qersê pêk hat û 4 jê jin 7 kes ji malbatekê hatin qetilkirin. Heyetek di bin serokatiya Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar de ji bo beşdarî merasîma cenaze bibe derket ser rê. Girseyek jî piştî nimêja esir dê cenazeyên 7 kesî bigirin û derbasî Goristana Saraçogullari ya Navçeya Karatayê bibe. Hevseroka HDP'ê ya Konyayê Songul Çetin jî tevî girseyê li ber nexweşxaneyê disekine. 
 
'Kesek negirtin cihê bûyerê'
 
Songulê da zanîn komkujî nêzî saet 18.00'an de pêk hatiye û ew di saet 20.00'an de hîn bûne ku êriş hatiye kirin û wiha got:"Hevserokê me Giyasettin Almaz û parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut vê gavê çûn cihê bûyerê. Polîsan nehiştin kesên çûn cihê bûyerê derbasî malê bibin. Nehiştin Abdurrahman Karabulut jî agahiyê bigire."
 
'Ev encama gotinên AKP-MHP'ê ne'
 
Songulê da zanîn berê jî êriş li ser malbatan hatine kirin û wiha domand:"Em wekî avahiya HDP'ê her dem bi êrişan rû bi rû dimînin. Dema pevçûnek di navbera kurd û turkan de biqewime vê gavê gotinên 'Terorîst, PKK'yî' tên bikaranîn. Berê êriş dihatin kirin. Lê belê bi gotinên dawiyê yên AKP-MHP'ê re ev êriş dijwartir bûn. Ev encama gotinên AKP-MHP'ê ne. Ev ne meseleyeke ji rêzê ye. Di meselaya şewitandina daristanan de sûc kirin stuyê kurdan. Ciwanên me yên di otelan de dixebitîn kirin bin çavan. Êrişî malbatên kurdên li Antalya û Marmarîsê kirin. Dema pirsgirêkek rû dide di destpêkê de sûc dixin stûyê kurdan."
 
'Di medyayê de bûyerê cuda nîşan didin'
 
Songulê da zanîn ev êrişeke nîjadperestî ye û wiha got:"Malbat ji ber kurd bû hat qetilkirin. Ger ên li hember bihatana kuştin wê demê dê bûyer bi awayekî cuda bihata nîşandan. Di medyayê de 'wekî bûyereke ji rêzê ya erd' hat nîşandan. Em dizanin ne wiha ye. Ev yek bi zimanê dewletê yê bandorê li ser medyayê dike pêk hat. Kuştina 7 kesî mîna kuştina 80 kesî ye."