Ji Ewropayê bertekên li dijî komkujiyê
- 14:38 31 Tîrmeh 2021
- Rojane
ENQERE - Siyasetmedarên Ewropayî etîketa #KonyadaKatliam bi kar anîn û bertekên xwe li dijî komkujiya li ser malbata kurd a li Konyayê anîn ziman.
Bertekên ji ser hesabên medyaya sanal ên li dijî qetilkirina 7 kesên ji malbata kurd a li Navçeya Merama Konyayê, dewam dikin. Siyasetmedarên Ewropayî li dijî komkujiyê bertekên xwe nîşan dan.
Parvekirina siyasetmedaran wiha ye:
Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê (AP) Nacho Sánchez Amor:Êrişa cara duyem a heman kesan a nîjadperest biserneketina polîs, dozger û dadgeran e. Ev biserneketin nayê qebûlkirin.
Parlamentera Baskê EH-Bildu Oihana Etxebarrieta Legrand: Em careke din dixwazin piştgiriya xwe ya ji bo kurdan bînin ziman. Hemû endamên me piştigiriya kurdan dikin.
Li Senatoya Îspanyayê endamên EH-Bildu Bask Gorka Elejabarrieta Diaz da: Em piştgiriyê didin HDP û dostên me yên kurd ên îro hatine qetilkirin. Divê Tirkiye ji êrişên li ser kurd û kêmaran berpirs be.
Ji Bloka Navneteweyî ya Galiçyayê û Parlamentera Koma AP EFA Ana Miranda jî sersaxî xwest û peyama "Em li gel we ne" da.