Komxebata TAJÊ ji ber pandemiyê hat taloqkirin

  • 14:14 31 Tîrmeh 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komxebata ku TAJÊ plan dikir têkildarî Komkujiya Şengalê li dar bixe ji ber pandemiyê taloqî dîrokeke din hat kirin. 
 
Bi munasebeta Komkujiya Şengalê ya di 3'yê Tebaxa 2014'an de ji aliyê DAÎŞ'ê ve hat kirin Tevgera Azadîya Jinên Êzidî (TAJÊ) û jinên Iraqî komxebatek organîze kirin. Lê belê ji ber pandemiyê hat taloqkirin. TAJÊ têkildarî mijarê daxuyaniya nivîskî da. 
 
TAJÊ di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew ji bo fermanên nû pêk neyê xebatên nû dikin û hat gotin dê bi dirûşma "Ew ê têkoşîn û yekîtiya jinan ji fermanan re bibe asteng" komxebat bê kirin lê ji ber Covid-19'ê ev dîrok hat taloqkirin.