25 sal in agahî ji Fahrî Balyecî nayê girtin

  • 13:21 31 Tîrmeh 2021
  • Rojane
AMED - Şaxa Amedê ya ÎHD'ê û Xizmên Windayan li aqubeta Fahrî Balyecî yê di 1996'an de hat windakirin pirsîn. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya hefteya 651’an a “Bila winda bên dîtin, bersûc bên darizandin” weke onlînê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de, pirsa aqûbeta Fahrî Balyeci yê di 26’ê Îlona 1996’an de li derdora bazara sebze ya Amedê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat kirin. Endama Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Derya Yildirim çîroka Balyecî vegot. 
  
Derya, diyar kir ku Fahrî Balyeci li navçeya Hezroyê ya Amedê dijiya û wiha axivî:"Balyecî bavê 5 zarokan bû. Ji ber birayê wî yê tevlî PKK’ê bûbû, ji Qereqola Leşkerî ya Hezroyê gazî wî kirin. Li qereqolê sîxurtî li wî ferz kirin. Balyecî di sala 1994’an de, bi heman hincetê 45 rojan di bin çavan de hat girtin. Dûre hat girtin û 19 mehan di girtîgehê de ma. Piştî ku Balyecî hat berdan, leşkeran heta demekê ew şopandin. Dûre Balyecî nêzî bazara sebze ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, di 26’ê Îlona 1996’an hat binçavkirin. Dûre bi tu awayî agahî jê nehat girtin. Roja din, malbatê dest bi lêgerîna Fahrî dike û hîn dibe ku nêzî bazara sebze hatiye binçavkirin. Dûre malbat hîn dibe ku Fahrî birine gel JÎTEM’ê û îşkenceyek giran lê kirine. Lê ligel hemû hewldanên malbatê jî, ji 26’ê Îlona 1996’an ve, bi tu awayî agahî ji Fahrî Balyecî nayê girtin."