ÎHD û TÎHV têkildarî êrişa nîjadperest şandeyê dişîne Meramê

  • 12:02 31 Tîrmeh 2021
  • Rojane
ENQERE - Di daxuyaniya ji aliyê ÎHD û TÎHV'ê ve hat dayin de hat ragihandin berê jî êriş li malbata Dedeogullari hatibû kirin û êrişkar piştî demek kurt serbest hatibûn berdan. Her wiha hat gotin dê bûyer di cih de bê lêkolînkirin. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) derbarê 4 jê jin 7 kesên di êrişa nijadperest a li navçeya Meramê ya Konyayê hatin qetilkirin de, daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de, hat bibîrxistin ku berê jî êriş li malbata Dedeogullari hatibû kirin û êrişkar piştî demek kurt serbest hatibûn berdan. Saziyên mafên mirovan, di daxuyaniya xwe de, destnîşan kirin ku ligel biryara parastinê jî, malbat nehat parastin. 
 
ÎHD û TÎHV'ê di  dawiya daxuyaniya xwe de, diyar kirin ku ew ê bi şandeyeke ji rêxistinên civaka sîvîl hatiye avakirin re, biçin navçeya Meramê ya Konyayê û bûyera qetilkirina 7 endamên malbata kurd di cih de lêkolîn bikin.