'Nîjadperestî ne tenê pirsgirêka jin û kurdan e ya civakê ye'

  • 11:49 31 Tîrmeh 2021
  • Rojane
AMED - Jinan bertek nîşanî êrişa nîjadperestî ya li Konyayê di encamê de 4 jê jin 7 kes hatin qetilkirin dan û wiha gotin:"Nîjadperestî ne tenê pirsgirêka jin û kurdan e ya civakê ye. Gotinên nîjadperest li dijî hemûyan e."
 
Do li Kuçeya Ozşahin a Taxa Hasankoyê ya Navçeya Meramê ya Konyayê êrişeke nîjadperestî li dijî malbata kurd hat kirin. Di encamê de 4 jê jin 7 kes hatin qetilkirin. Hat diyarkirin piştî êrişê agir bi malê hat xistin. Do cenazeyên  Îpek, Yaşar û zarokên wan Serpil, Serap, Sibel, Bariş û Metin Dedeogullari ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê. Hat hînbûn bersibehê otopsî hat kirin û ew ê cenazeyê 7 kesên hatin qetilkirin îro li Goristana Saraçogluyê ya Karatayê bên definkirin. 
 
Li dijî êriş û komkujiyê bertekên mezin hatin nîşandan û jinan jî bertek nîşanî êrişê dan. 
 
'Em zilmê qebûl nakin'
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Semsûrê Zeliha Karinca da zanîn polîtikayên dijminatiyê yên AKP-MHP'ê bingeh ji komkujiyê re amade kirine û wiha got:"Kesên ku gelê kurd û partiya me ji warê hiqûqî, siyasî nikarin biçewisînin serî li rêya gotinên nefretê, gotinên nîjadperest, komkujiyê didin. Hêzên paramîlîter û faşîst ên Deniz Poyraz qetil kirin û piştgiriyê ji dewletê digirin xwe li paşiya mertala bêcezahiştinê vedişêrin û komkujî li Afyon, Enqereyê herî dawî li Konyayê pêk anîn. Bi vê yekê nîşan didin ew mafê jiyanê nadin kurdan. Divê li dijî vê komkujiyê hemû girseyên demokrasiyê dengê me bibihîsin û piştigiriyê bidin. Em vê zilmê qebûl nakin em daxwaz dikin kesên komkujî kirin demildest bên girtin. Serê gel sax be."
 
'Roj roja yekîtiyê ye'
 
Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Çigdem Karakeçili da zanîn ev sîstem di warê komkujiyê de her diçe dibe hov û wiha got:"Li dijî vê îktidara bi faşîzm û xwînê xwe xwedî dike roj roja yekîtiyê ye. Roj roja avêtina çopê ya rejîma dîkte ye. Roj roja xwedîderketina mirovatiyê ye."
 
'Nîjadperestî jinan dike hedef'
 
Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya bi lêv kir ji ber nefreta mêr û gotinên nîjadperest komkujî pêk tên û wiha domand:"Tundiya li ser jinan polîtîk e. Li Îzmîrê Deniz Poyraz li Konyayê jî dîsa ji nava malbatekê 4 jin hatin qetilkirin. Êrişên li ser jinê û xwezayê ji hevdu ne qut in. Ev berhemên şerê taybet in. Li Amedê ji nîv saetê carekê balafireke şer radibe lê belê ji bo vemirandina agir dibêjin balafir tune ye. Aboriya gel ji bo şer tê xerckirin. Ji gotinên nîjadperest herî zêde jin bi bandor dibin. Nîjadperestî ne tenê pirsgirêka jin û kurdan e ya civakê ye. Gotinên nîjadperest li dijî hemûyan e. Divê li dijî nîjadperestiyê em sekneke xurt nîşan bidin."