Emîne û Ferît Şenyaşar êrîşa li dijî kurdan şermezar kirin

  • 11:40 31 Tîrmeh 2021
  • Rojane
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku li ber Edliyeya Rihayê di çalakiya Nobeta "Edaletê" d e ne, êrîşa nijadperst a ku li Konyayê li dijî malbata kurd pêk hat şermezar kirin.
 
Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît bi daxwaza “edaletê” 145 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta “edaletê” digirin. Malbatê îro ji ber dawiya heftiyê, nobeta xwe ya edaletê li mala xwe ya li Pirsûsê dewam kir. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal, derbarê êrişa nijadperest a li dijî malbata Dedeogûlari ya li navçeya Meram a Konyayê û qetilkirina 7 endamên malbatê de, ev parvekirin kir. Em komkujiya li malbata Dedeogûlarî hat kirin şermezar dikin. Malbatek tune kirin. Ev encama polîtîkayên cezanekirinê ye. Divê walî û Midurê Polîsan ên Konyayê îstîfa bikin… Maf! Hiqûq! Edalet.”