Nahêlin parêzer nêzî mala malbata kurd bibin

  • 11:01 31 Tîrmeh 2021
  • Rojane
KONYA - Hiqûqnasên çûn Konyayê tên astengkirin ku nêzî cihê bûyerê bibin. Her wiha derbarê dosyayê de jî tên astenkirin ku agahiyê bigirin. 
 
Dorpêçkirina mala malbata kurd a ku 7 kes jê hatin qetilkirin dewam dike. Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) çûn cihê bûyerê û xwestin derbarê lêpirsînê de agahiyê bigirin. 
 
Parêzer hatin astengkirin
 
Parêzaran diyar kirin ku rapora atopsiyê nedane wan û hatine astengkirin ku nêzî cihê bûyerê bibin. Her wiha parêzeran diyar kirin derbarê dosyayê de agahiyên berfireh nayên dayin. 
 
Ji mesafeya nêz de derb hatine berdan 
 
Parêzeran diyar kirin ku destûr hat dayin ji ser de li rapora otopsiyê binêrin. Hat diyarkirin di laşên 7 kesî de bi tevahî 20 derb hatine tespîtkirin. Parêzeran diyar kirin ku ji mesafeya nêz de derb hatine berdan û bêtir di serî û stûyan de hatine tespîtkirin.