Ji saziyan bertek: Em kujerên Meramê nas dikin

  • 10:01 31 Tîrmeh 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê komkujiya nîjatperestan de KON-MED, FCK-BW-BAYERN, CÎK û HDK'ê daxuyaniyek dan û gotin: "Em qatilên Meramê nas dikin û em ê hesab bipirsin. Em ê li dijî faşîzmê derkevin qadan."
 
Di 12'yê gulanê de li taxa Bahçeşehîr a navçeya Meram a Konyayê, komeke nîjadperest a 60 kesî êrîş biribû ser malbatê Dedeogûllari ku ji Qersê ne. Kesên êrîş biribûn ser 4 jê jin 7 kesên malbata Dedeogûllari, gotibûn "Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bijîn" û bi kevir, kêr û daran êrîş biribûn ser wan. Têkildarî êrîşê de 5 kes hatibûn girtin, lê bi hinceta "delîl kêm in" hatibûn berdan. Malbata Dedeogûllari, cardin bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû ma û bi hovane 7 kes hatin qetilkirin. Derbarê komkujiya nîjatperestan de KON-MED, FCK-BW-BAYERN, CÎK û HDK'ê daxuyaniyek dan. 
 
'Li dijî faşîzmê derkevin qadan'
 
KON-MED û FCK-BW-BAYERN'ê bang li Gelê Kurd ên Elmanya, meclîs, saziyan kirin û hemû dostên kurdan ên dijî faşîzmê kirin ku bi lezgînî derkevin qadan.
 
'Xweparastin fermana Xwedê ye'
 
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) jî têkilî komkujiya li Konyayê de daxuyanî da û got: "Bi dehan salan e ku em bi destê nîjatperestên Tirk bi hovîtî têne kuştin. Herî dawî li Konyayê, ku xwedêgiravî dîndar û muxafazkar e heft jin û zarokên bêparastin bi rengekî hovîtî hatine kuştin û şewitandin. Ey neviyên Selahattîn Eyûbî, Şêx Seîd û Bedîûzzeman heta kengê hûn ê li bara vê zilmê û hovîtî û barbariyê bêdeng bimînin! Misilmanên dirûst; niha dema wê ye ku hûn li cem birayên xwe yên kurd ên xwedî îman û mazlûm bin, dema wê ye ku hûn li dijî nîjatperestiya Tirk bim, dema wê ye ku li dijî hovîtiyê mil bi mil bi li cem kurdan têbikoşin. Êrîşeke giran li ser can, mal û milk û namûs û îmana me heye. Xweparastin fermana Xwedê ye."
 
'Em qatilan nas dikin' 
 
Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarê qetlîamê daxuyaniyek da û wiha bal kişand ser qetilkirinê: "Em qatilên Meramê nas dikin û em ê hesab bipirsin. Qetilkirina malbatek kurd li Meramê careke din nîşanî me da ku hesap pirsîna ji kujerên qetlîamê û herî kêm bi qasê wê jî ji hişmendiya qetlîamker ê qatilan bê ceza dihêle û bi jehra netewperestiyê hemû qirêjiyên xwe dinixumîne, jêvenegereke dîrokî ye. Bloka faşîst ya AKP-MHP’ê li şûna ku sedemê şewatên daristanan ku dilê her yek ji me diêşîne di polîtîkayên xwe yên dijminê xwezayê bigere, ji bo domdarkirina desthilatiyên xwe nijadperestiyê sor dikin û Gelê Kurd hedef nîşan didin; em ê tu carî berpirsiyartiya wan ji bîr nekin. Li hemberî vê pergala sermaye ya xwe rêxistinkirî û qatilên xweza, jin, kedkar û kurdan çêkirî, li hemberî qetlîaman û hewldanên muhtemel ên qetlîaman, bi rojevkirina îddîaya me ya civaka rêxistinî û çalak ya ji her demê zêdetir wê bersiva herî watedar be. Sond be ku wê faşîzm bin bikeve û sond be ku em ê bi hev re pêşeroja bi keramet a gelan ava bikîn! Bimre faşîzm.”