Di vegera nexweşxaneyê de kontrola dev li girtiyan tê ferzkirin

  • 10:02 31 Tîrmeh 2021
  • Rojane
AMED - Piştî vegera ji nexweşxaneyê li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê kontrola dev li girtiyan tê ferzkirin. Girtiyan bi rêya hevdîtina bi malbatên xwe re diyar kirin ku ji bo şermezarkirina ferzkirina kontrola dev ew ê mafên xwe yên wekî hevdîtin, nexweşxne û çalakiyan bi kar neynin.
 
Piştî vegera ji nexweşxaneyê li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê kontrola dev li girtiyan tê ferzkirin. Girtiyan do bi rêya hevdîtina bi telefonê ya malbatên xwe re diyar kirin ku ji bo şermezarkirina ferzkirina kontrola dev ew ê mafên xwe yên wekî hevdîtin, nexweşxane û çalakiyan bi kar neynin. Her wiha girtiyan dan zanîn 3 meh berê ferzkirina kontrola dev dest pê kiriye û di demên dawî de zêde bûye.
 
'Em nikarin biçin nexweşxaneyê'
 
Şiyar Akboga (27) ê 3 meh berê emeliyata fitixê bû bi rêya hevdîtina bi dayika xwe Şukran Akboga re têkildarî bûyera qewimîye wiha got:"Ez û hevalên min ê divê biçin nexweşxaneyê ji ber ferzkirina kontrola dev em nikarin biçin nexweşxaneyê. Em van sepandinan qebûl nakin. Loma em çûyina nexweşxaneyê toloq dikin. Heger ev ferzkirin dewam bike em ê mafên xwe yên çûyina nexweşxaneyê û çalakiyan bi kar neynin. Em dixwazin herkes ji vê yekê agahdar be û li dijî vê yekê derkeve."
 
'Sepandinên nû li yên din zêde dibin'
 
Şukran Akboga jî têkildarî tiştên qewimîne wiha got:"Jixwe girtî li girtîgehan di bin zextê de ne. Li ser vê yekê jî ji mafên xwe yên mirovî bêpar tên hiştin. Bi taybet ji mafên xwe yên tenduristiyê bêpar tên hiştin. Tendirustî gelekî girîng e. Ji ber van sepandinan di warê tenduristiya xwe de jî paşde dimînin. Ev sepandinan ne yekem in. Her roj sepandinên nû li yên din zêde dibin. Dema ev sepandin neyên qebûlkirin em dizanin ku ew ê yên nû lê zêde bibin. Em li dijî van sepandinan e, em qebûl nakin."