Polîsan gef li Malbata Suna Taş a HPG'yî xwarin

  • 09:18 31 Tîrmeh 2021
  • Rojane
AMED - Malbata Suna Taş a HPG'yî ya li Licê jiyana xwe ji dest da ji bo girtina cenaze ji Mêrsînê hat Amedê. Polîsan gef li Malbata Suna Taş a HPG'yî xwarin.
 
Li Kuçeya Zengesorê ya Licê ya Amedê TSK'ê di 27'ê Nîsanê de operasyoneke bi piştgiriya hewayî pêk anî. Di operasyonê de 6 jinên HPG'yî jiyana xwe ji dest dan. Malbata Suna Taş (Nurjîn Amed) ya di operasyonê de jiyana xwe ji dest da ji bo cenazeyê keça xwe bigire ji Mêrsînê hat Amedê. Polîsan gef li malbatê xwarin. 
 
Hat diyarkirin polîsan bi gotinên "Ger hûn bi kesên ji bo cenaze hatine ber nexweşxaneyê hevdîtinê bikin em cenaze nadin we. Yan na ew ê ne baş be" gef li malbatê xwarine. Tevî hemû zextan malbatê cenaze li Goristana Yenîkoyê defin kir. 
 
Her wiha ji aliyê 6 kesên ji aliyê polîsan ve hatin diyarkirin cenaze hat definkirin.