Jinên li Îzmîrê dijîn: Em êdî ji edaletê bawer nakin

  • 09:01 31 Tîrmeh 2021
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinên li Îzmîrê dijîn li hemberî 4'emîn Pakêta Darazê bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Bi qanûnê tecawizkar û êrişkar tên parastin. Êdî em qanûnan bawer nakin. Niha tenê rêyek heye ew jî jin dikarin piştgiriyê bidin hev û hêzê bidin hevdu." 
 
4'emîn Pakêta Darazê di 18'ê hezîranê de li parlamentoyê hat qebûlkirin. Di pakêtê de qanûnên ku li dijî şîdetê hatine amadekirin hatin sererastkirin. Sererastkirin ji hêla sazî û dezgehên jinan ve hat şermezarkirin. Ji ber ku li gorî qanûnê di sûcên tecawizê de divê delîlên şênber hebin. Jinan destnîşan kirin ku bi qanûnê sûcên li hemberî jinê zêdetid dibin û qadên jiyanê yên jinê tên tengkirin. Me mîkrofona xwe dirêjî jinên ku li Îzmîrê dijîn kir û me nêrînên wan jinan girt. 
 
'Qanûneke xelet e'
 
Kedkar Suzan Denîz bi paqijiya malan debara xwe dike û derbarê mijarê de wiha got: "Jin dê çawa tehemûlê tecawiz û tacizê bikin. Zarok dê çawa taciz û tecawizê bînin ziman. Jixwe jin nikarin êrişên li hemberî xwe bînin ziman. Ji ber ku bandor û zextên malbatê gelek zêde ye. Biryara ku hatî dayîn xelet e. Dema gilî tê kirin divê dewlet ser bisekîne."
 
'Dixwazin dengê jinê qutbikin'
 
Karker Naîle Eskîbozkurt jî di axaftina xwe de bal kişand ser Peymana Stenbolê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Piştî Peymana Stenbolê hat betalkirin qanûnek wisa hat amadekirin. Ez heta dawiyê piştgiriyê didim Peyman Stenbolê. Bi peymanê jin xwe di nav ewleyî de dîdit û ji bo jinan rêbaza hebûnê bû. Her wiha divê mêr jî xwedî li peymanê derketa. Her roja ku derbas dibe hikûmet rêbaza tundiyê bêtir bikartîne. 4'emîn Pakêta Darazê jî ne tesadûfi ye. Dixwazin dengê jinê qutbikin." 
 
'Li dijî pêkutiyan jin divê bibin yek'
 
Sude Seçkim jî zanîngeh qedandiye û derbarê pakêtê de wiha axivî: "Ez fêm nakim ku dê çi bikin. Êdî li vî welatî nayê jiyin. Qedir û qiymetê natin xwezayê. Bi vê qanûnê êriş bêtir tê teqeskirin. Delîlên şênber çiye? Jixwe mêr bi hincetên 'rewşa baş' serbest tên berdan. Her tişt li dijî jinê tê organîzekirin. Hewl didin ku jin muhtacê mêran bibin. Li dijî hemû pêkanînan divê jin bibin yek û piştgiriyê bidin hev." 
 
'Jixwe nikarin bûyerê bînin ziman'
 
Kedkara tenduristiyê Esen Çetîn, diyar kir ku divê li hemberî sûcên wisa cezayeke giran bê dayîn û wiha mijar şîrove kir: "Heke zarok bi pedagoge re îfade bide dê êrişa zayendî derkeve holê. Ev tişt delîleke şênber e. Li gorî min tu jin derewan nake. Ji ber ku rewşek wisa ye ku nikarin zûbizû bûyerê bînin ziman. Derûniya wan kesan xirab dibe. Baweriya me bi qanûnan nayê. Lê divê jin li dijî wan yekan bêtir têbikoşe, piştgiriyê bidin hevdû û yekitiya xwe xurt bikin." 
 
'Ewlehiya jinan nîne'
 
Yaren Guvenmez xwendekara zanîngehê ye û wiha bal kişand ser mijarê: "Ev qanûn tê wateya teşwiqkirina taciz û tecawiza li hemberî jinê. Wekî din tu wateya wê qanûnê nîne. Niha ewlehiya tu jinê nîne. Ev qanûn parastina tecawizkar û êrişkaran e. Li hemberî jiyana azad a jinê astengiyan derdixin û qadên jiyanê ya jinê tên tengkirin. Li gorî min em rojên herî xirab li pêşberî me ye. Niha her kes di nava tirsê de ne û lê divê em vî tirsê bişkenîn. Niha ji bilî jinê kesek nîne ku jinê biparêz e. 
 
'Delîlên heyî jî ji holê radikin' 
 
Ece Sîmge Kaçar jî demek dirêj e bêkar e û ew jî wekî jinên din tirs û fikarên xwe wiha anî ziman: "Dibêjin divê delîl hebin lê belê delîlên ku heyî jî ji holê tên radikin. Divê girîngiyê bidin gotinên kesan. Pêwiste Peymana Stenbolê ji holê ranebûya. Ji xwe di bûyerên herî biçûk de jin tên sûcdarkirin. Qanûna ku hatî derxistin tenê hêzê dide tacizkar û tecawizkaran. Jixwe ceza nedigirtin."