Çalakvanên Mexmûrê: Dê serkeftin a Gelê Kurd be

  • 13:53 30 Tîrmeh 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin di roja xwe ya 225’an de didome. Çalakvanan diyar kirin ku dê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 113’yan di roja 225’an de berdewam dike. Çalakiya ku li Mexmûrê hatiye destpêkirin, her roj ji aliyê gel ve bi awayekî girseyî tê ziyaretkirin û kesên diçin serdanê moral didin çalakvanan.
 
‘Kes nikare me asteng bike' 
 
Li ser navê girseyê Emîne Gabar çalakvanan û çalakiyê silav kir û got: “Beriya her gotinê ez silavên xwe yên germ ji Rêber Apo re, gerîlayên azadiyê re, girdiyên azadiyê re rêdikim. Em di wê hêviyê de ne wê serkeftin yê me be. Her çiqasî derdorê me bigrin, li ser me ambargoyan pêkbînin lê wê nikari dil, rih û mejiyên me bigirin. Em herdaîm ji bo her kar û xebatê amadene. Ji bo ku xwîna şehîdên me erdê ne mîne em ê berxwedana xwe mezin bikin. Serkeftin ya Gelê Kurd e.”
 
‘Wê serkeftina ya gelê Kurd be’
 
Çalakvan mamoste Selamet Gabarî jî li ser navê çalakvanan xêr hatina gel kir û wiha axivî: “Gelê Kurd li her deverê di nava çalakiyan de ye, çalakiyên ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo ye. Ev çalakî jî yek ji wan çalakiyane, li hember zilm û zordariya li ser Gelê Kurd tê meşandin berxwedanî meşandin û çalakiyan li darxistin erkame yê sere ke ye. Em ê derbasî meha tebaxê bibin, ev meh jî ji bo Gelê Kurd girîngiya xwe heye. Meha tebaxê şahidiyê ji gelek leheng û qehreman re kiriye. Cardin heman demê de meha ku komkujiya li ser gelê me yê Êzidî hatiye pêkanîne. Ji bo ku em ev komkujî, zilm û zordariya li ser me tê ferz kirin, neheqî û bê hiqûqiya li ser me tê ferz kirin em bikaribin bi rêya çalakî û berxwedaniya xwe dijmin têkbibin. Ji ber vê yekê ye ku çalakiya ku me li dar xistiye gelek pîroz û girîng e. Gelê Kurd xwedî li destkeftiyên xwe û keda xwe derdikevin. Em cardin dubare dibêjin wê serkeftin ya Gelê Kurd be.”