ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

  • 09:00 30 Tîrmeh 2021
  • Rojev
*Marya Înal a di dema qedexeya derketina derve de ji Geverê koçî Enqereyê kir bi derfetên xwe "Mala Tenûrê ya Wanê" vekir û li ber xwe da. Maryayê da zanîn çi biba jî wê yê li Enqereyê nanê tenûrê lêbixista û wiha got:"Ev 30 sal in ez vî karî dikim û baweriya min bi min heye. Ez ê 'Mala Tenûrê ya Wanê' bi cîhanê bidim naskirin." DÎMEN HEYE
 
*Seroka Şaxa Stenbolê ya ÎHD'ê Gulseren Yolerî têkildarî kuştina Şimuni Diril a li Gundê Bêşebaba Şirnexê ya di çileya 2020'î de nirxandin kir. Gulserenê da zanîn polîtikayên bêcezahiştinê cesaretê dide kujeran û wiha got:"Vê bûyerê gef li mafê jiyanê yê Suryaniyan ê li gundê xwe da xwarin."  DÎMEN HEYE
 
*Mirovan, ji tovên ku nû çandin bigirin hat bi santralên komirê yên mezin û rezervên petorolê li gorî berjewendiyên civakên ku her çû kapîtalîst bûn û pêdiviyên civakan ku gerdûnî bûn hîn bûn ku xwezayê biguerînin. Êdî erdnîgariya emperyalîst, pirnetew, banka bê sînor tevgeriyan û ji bo ku hêza xwe mezin bikin, gerstêrk ji bo xwe kirin çavkaniya bê dawî û ji bo ku çîneke serdest ava bikin bi kar anîn.ç Texrîbkirina xwezayê jî ku bi destê mêran pêk hat di heman demê de serdestiya xwe li ser jinan jî ava kirin.NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ